Li Qamişlo cenazeyê ciwanekî hate dîtin

Hêzên Asayîşa li kolana Hîzam a bajarê Qamişlo cenazeyê ciwanekî ku ji avahiyekî hatibû xwarê dîtin.

Li Qamişlo cenazeyê ciwanekî hate dîtin
30 tîrmeh, 2018   19:57

QAMIŞLO

Hêzên Asayîşê li ser agahdariyên welatiyan ku cenazeyek li kolana Hîzam a li beramberî Dibistana Seada a bajarê Qamişlo heye, berê xwe dane wê cihî.

Li gorî bijîşkên edî ew kes ji avahiyeke 5 qat hatiye xwarê û şûna tundiyê li ser cenaze tune.

Buroya Ragihandinê ya Meclisa Dadê bang li welatiyan kir ku heger nasnameya cenaze nas bikin Hêzên Asayîşê agahdar bikin.

ANHA