Şêniyên Dêrîkê şehîdekî xwe oxir kir

Şêniyên herêma Dêrîkê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Ehmed Selûm bi maresîmekê li gortistana Şehîdan a bajaroka Til Koçer oxir kirin.

Şêniyên Dêrîkê şehîdekî xwe oxir kir
Şêniyên Dêrîkê şehîdekî xwe oxir kir
Şêniyên Dêrîkê şehîdekî xwe oxir kir
Şêniyên Dêrîkê şehîdekî xwe oxir kir
30 tîrmeh, 2018   19:41

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên herêma Dêrîkê bi armanca oxirkirina cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Ehmed Selûm ê ku di 24'ê Tîrmehê di dema bi erka xwe pêk di anî, şehîd bû, li pêşiya nexweşxaneya Ş.Hogir ya bajarê Dêrîkê kom bûn.

Girseya gel alên YPJ û YPG, TEV-DEM û Kongreya Star hildan û kerwan ber bi bajrokê Til Koçer ketin rê.

Li goristanê merasîmeke hate lidarxistin û bi rêzgiritinê dest pê kir.

Li ser navên YPG'ê ya Dêrîkê Fermendar Mihyedîn Xêrkî û Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarokê Til Koçer Ehmed Seyd Elî axivîn.

Axaftivanan sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina riya şehîdan dan.

Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Qehreman Mihemed wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbata şehîd kir.

Girseya gel cenazeya şehîd Ehmed di nav tilîliyên dayîkan û berzkirina dirûşmayên dilsoziya bi şehîdan re veşartin.

(şx)

ANHA