Li gundewarên Helebê di navbera çeteyên Tirkiyeyê de şer derket

Li herêmên di bin serweriya çeteyên Mertalê Firatê de seferberî hate ragihandin û piştî ku şer di navbera Eniya 51 û Tabûra El-Sultan Mûrad de li navçeya Exterîn a li rojhilatê Helebê derket, çeteyan rewşa qedexekirina derketina derve li hin gundan ragihand. 

Li gundewarên Helebê di navbera çeteyên Tirkiyeyê de şer derket
30 tîrmeh, 2018   10:35

EFRÎN

Di navbera Tabûra El-Sultan Mûrad û Eniya 51 de li Exterînê şer derket. Hate zanîn ku fermandarê Eniya 51 Mihemed El-Dêrî (Kedro) ji ber navenda wan a sereke ya li bajarê Babê ji aliyê komeke veşartî ve hate revandin. Piştî vê yekê di navbera her du aliyan de şer derket û di encamê de gelek endam ji her du aliyan hatin kuştin.

Di vê derbarê de rewşa çeteyên Ehrar El-Şam, Ceyş El-Şam û Eniya 51 seferberî li bajarê Ezaz, Bab û gundên Ebla, Sûsyan, Neman û Qebasîn ragihand.

(ekîb)