Tûra nû ya Astanayê planeke Rûsyayê ya ji bo wergirtina Idlibê ye

Rûsya bi rêya tûra danûstandinan a Astana-10 hewl dide lihevkirinekê bi hevkara xwe Tirkiyeyê re pêk bîne da ku hin deverên başûr û rojavayê Idlibê radestî rêjîmê bike û rêya bazirganiyê ya berava Sûriyeyê û baregeha Himêmîm a Rûsyayê biparêze. Tirkiye jî bi çeteyên xwe re civiya da ku planekê deynin û Rûsyayê razî bikin.

Tûra nû ya Astanayê planeke Rûsyayê ya ji bo wergirtina Idlibê ye
30 tîrmeh, 2018   10:26

NAVENDA NÛÇEYAN

Tûra civînên Astana-10 îro li bajarê Soçî yê Rûsyayê bi beşdarbûna şandeyên rêjîma Sûriyeyê, komên çekdar û dewletên ku navê "mîsogerkar" (garantor) li xwe dikin (Rûsya, Tirkiye û Îran) li rex beşdarbûna şandeyê navneteweyî ji bo Sûriyeyê Stefan de Mistura dest pê kir.

Di civînê de mijara Idlibê derket pêş. Plansaziya danûstandinan di van civînan de beşdar guman dikin ku tu lihevkirin ji bilî Idlibê pêk nayên.

Girêdayî mijarê planeke Rûsyayê hate aşkerakirin ku Moskov hewl dide lihevkirinekê bi Tirkiyeyê re pêk bîne û li gorî vê planê rêjîm dê hin deverên başûr û rojavayê Idlibê bi dest xwe ve bîne da ku karîdorekê ji xwe re peyda bike.

Armanc ji vê planê ew e ku rêya bazirganiyê ji berava Sûriyeyê re were vekirin û baregeha leşkerî ya Himêmîm a Rûsyayê were parastin, ku car bi car bi balafirên bêpîlot rastî êrîşan tê.

Çavkaniyên leşkerî aşkera kir ku li gorî vê planê hêzên rêjîmê dê serweriya xwe li ser bajarê Cisir Şixur û gundewarên wê yên rojava ferz bikin û xwe bigihînin deşta El-Xab û baregeha Corîn ku yek ji baregehên sereke yên gundewarên Hemayê ye.

Çavkaniyan guman kir ku rêjîm dê hewl bide gundewarên rojavayê Idlibê ji deverên gundewarên Laziqiyê yên di bin serweriya opozîsyonê de ji hev cuda bike. Her wiha ragihandin ku derbasbûna hêzên rêjîmê ya bajarê Cisir Şixur dê hêsan pêk were.

Diyar e hêzên rêjîmê dest bi pêkanîna planê kiriye. Hêzên rêjîmê yên li Çiyayê Kurdan a gundewarên bakurê Laziqiyê ev du roj e êrîşên dijwar bi ser komên çekdar û komên çete yên li bajarokên Bidama û Naciyê yên gundewarên rojavayê Idlibê ve dibin. Topbarana rêjîmê her wiha li dijî bajarokê Xan Şêxon a li başûrê Idlibê jî pêk hat.

Civîna Tirkiye û çeteyan

Li aliyekî din, Tirkiye bi komên çete yên li Idlibê re civiya da ku rewşa herêmê gotûbêj bikin. Çavkaniyên ku xwe wek opozîsyon bi nav dikin, ji rojnameya El-Heyat re ragihand ku armanc ji vê civînê ew e ku tedbîrên pêwîst bêne girtin da ku bûyerên li eniya başûr hatine kirin neyên dubarekirin û diyar kir ku ji bo avakirina odeyeke navendî bi alîkariya Tirkiyeyê lihevkirin pêk hatiye.

Di vê çarçoveyê de Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku helwesta giştî ber bi vejandina navê "Artêşa El-Fetih" ve ye ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) jî digire nava xwe.

Lê çavkaniyeke din ragihand ku ev civînên Tirkiyeyê yên bi komên çete re, berdewama civînên ji bo amadekirina planekê ji bo rewşa Idlibê, bakurê Laziqiyê û bakurê Hemayê ye û Tirkiye hewl dide planekê pêşkêşî Rûsya û Îranê bike da ku hemleya leşkerî ya rêjîmê li dijî Idlibê bê rawestandin. Her wiha diyar kir ku helwesta Tirkiyeyê ber bi hêdîbûnê ve ye da ku şer pêk neyê û dibe ku di encamê de pêla koçberiyê dest pê bike û Enqere rastî zextên mezin were.

Tê destnîşankirin ku rêzecivînên Astanayê ku ji destpêka sala 2017'an ve dest pê kirin, armanc û berjewendiyên dewletên destwerdana Sûriyeyê dikin pêk tîne û bi taybet dewletên ku navê mîsogerkar li xwe dikin (Tirkiye, Rûsya û Îran). Bi rêya van civînên Astanayê van dewletan herêmên "kêmpevçûn" ava kirin û yek bi yek radestî rêjîma Sûriyeyê kirin û niha tenê parêzgeha Idlibê maye ku niha di bin serweriya Cebhet El-Nusra û komên çete yên cuda de ye ku alîkariya xwe ji Tirkiyeyê werdigirin.