Li Îranê ji ber gengeşeya aborî gelek kes hatin girtin

Rêjîma Îranê 29 kes ji ber sedema "belavkirina gengeşeya aborî û gendeliyê" hatin girtin û cezayê hin ji wan jî digihîje darvekirinê. 

Li Îranê ji ber gengeşeya aborî gelek kes hatin girtin
30 tîrmeh, 2018   09:49

NAVENDA NÛÇEYAN

Rêjîma Îranê ji ber sedema alozî û gengeşeya aborî ku hişt riyalê Îranî bigihîje rêjeyeke herî kêm li himberî dolar (112 hezar riyal dike 1 dolar li  bazarên nefermî) gelek kes girtin.  

Ajansa nûçeyan a Reutersê ragihand ku berdevkê sîstema dadweriyê Xelam Hisên Mihsinî Ecînî  ji televîzyona fermî ya Îranî re diyar kir ku 29 kes hatin giritn û di demeke nêz de dê werin cezakirin û dibe ku hejmara girtiyan îro û sibê zêdetir bibe û gelek ji wan bi sedema "belavkirina gendeliyê li ser erdê " hatine girtin û hate diyarkirin ku gelek ji wan ji ber sedema darvekirinê li Îranê hatin girtin.

Ecînî roja Şemiyê diyar kir ku 18 kes ji ber karê nerewa yê xurdekirina biyanî  û erebeyên nefermî jî hatine girtin.

Vê yekî jî hişt ku ceza vegerin piştî vekişîna Amerîkayê ji hevpeymanê û ev yek bû sedem ku gelek çalakî li kolanan bên lidarxistin û ji wan jî gelek çalakî ji bazirganên bi ser rêjîma Îranê ve jî  û bû sedema dijwariya gel ji ber gendeliyan.

Ji aliyekî din ve jî serokê Amerîkayê Donald Trump hevpeymana bi Îranê re hewl dide betal bike û hewldana rakirina wê dihêle ku hevalên wê yên ewropayî gelek karên aborî bi vekişîna Amerîkayê re hevrû bike.

Lê Frensayê diyar kiribû ku tişta herî dûr e ku hêzên Ewropayê karibin cezayên aborî ji Îranê re deynin da ku hevpeyman bê xelaskirin.