Çeteyên Tirkiyeyê şêxên eşîrên Idlibê girtin

Heyet Tehrîr El-Şam hejmareke rûspî û şêxên eşîran ên Idlibê ku bi Navenda Lihevhatinê re civiyane da ku lihevhatinên niştimanî bi rêjîma Sûriyeyê re pêk bînin, girtin. Li aliyekî din jî tabûra Artêşa El-Fetih ava dikin.

Çeteyên Tirkiyeyê şêxên eşîrên Idlibê girtin
30 tîrmeh, 2018   09:24

EFRÎN

Çavkaniyekî pêbawer diyar kir ku tabûrên Heyet Tehrîr El-Şam li gundewarên başûrê parêzgeha Idlibê bi hemleyeke girtinê rabûye û da zanîn ku di hemleyê de hejmarek ji rûspiyên eşîrên Idlibê ku bi Navenda Lihevhatinê ya Rûsyayê re civiyane da ku lihevhatineke niştimanî bi rêjîma Sûriyeyê re pêk bînin, girtin.

Di heman çarçoveyê de çavkaniyeke din diyar kir ku tabûrên girêdayî dewleta tirk a dagirker li Idlibê "Eniya Tehrîr Sûriya" ava dike. Ev enî ji van tabûran pêk tê: Heyet Tehrîr El-Şam, Eniya Neteweyî, Artêşa El-Îslam, Artêşa Idlibê ya Azad û tabûreke nû bi navê Artêşa El-Fetih.

 Li aliyekî din hin nûçeyên ji Efrînê hatine, diyar dikin ku tevgerên leşkerî yên tabûra bi navê "Feyleqa Heftemîn" ku ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve nû hatiye avakirin, bi şevê li deverên sînorê di navbera Efrîn û gundewarên Idlibê de zêde dibin. Hate gotin ku gelek siwareyên leşkerî yên vê tabûrê derbasî gundê Atmê û Darazê dibin.

ANHA