Êrîşa rêjîmê li Hewd Yermûk didome, sivîl ji Idlibê derdikevin

Êrîşên hêzên rêjîma Sûriyeyê li herêmên di bin serweriya çeteyên Xalid Bîn Welîd de li Hewd Yermûk a li rojavayê Deraayê dewam dikin. Ji aliyekî din ve jî bi hezaran şêniyên Idlibê bi rêya korîdora ewlehiyê ku Rûsyayê vekiriye, ji Idlibê derdikevin.

Êrîşa rêjîmê li Hewd Yermûk didome, sivîl ji Idlibê derdikevin
30 tîrmeh, 2018   09:16

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku bombebaran û topbarana rêjîma Sûriyeyê li ser herêmên di bin serweriya çeteyên Xalid bîn Welîd a girêdayî DAIŞ`ê de li Hewd Yermûkê dewam dikin.

Helîkopterên rêjîmê bi bermîlên teqemeniyê herêmên El-Şecre, Abedîn, El-Qesîr û Bêt Arh bombebaran dike. Ji aliyekî din ve jî li aliyê Abedîn û El-Şecre di navbera her du aliyan de şer dewam dike.

Ji aliyekî din ve jî, li aliyê bakur ê bejahiya Hemayê rêjîma Sûriyeyê derdora bajarokê  Keferzêta, bajarokê El-Letmana û gundê Merebek topbaran kirin.

Her wiha rêjîma Sûriyeyê bajarokê Bedama yê li bejahiya rojavayê bajarê Cisir El-Şixûr dikeve, topbaran kir.

Di heman demê de, bi hezaran sivîlên ji parêzgeha Idlibê ya Sûriyeyê di korîdora ku Rûsyayê li gundê Ebû El-Zihûr vekiriye re derdikevin. Ev yek jî di demekê de ku tê payîn operasyoneke leşkerî li Ildibê çêbe, pêk tê. Lê ji aliyekî din ve jî Tirkiye ji vê operasyona muhtemel bi tirs e.

Çavkaniyên leşkerî ragihand ku li gorî plana Rûsya û Tirkiyeyê dê rêjîma Sûriyeyê bajarê Cisir El-Şixûr tevî bejahiya wê ya rojava, Sehil El-Xab û Musker Corîn a li bejahiya rojava ya Hemayê bi dest bixe. Armanc ji vê plane ew e ku rêya bazirganiyê û navenda Hemîmî ya Rûsyayê ve were parastin.

(kc/ew)