Li Dêrazorê Saziya Karûbarên Olî û mizgeftek hatin vekirin

Şêniyên gundewarên Dêrazorê li gundê Hemar El-Elî, Saziya Karûbarên Olî bi merasîmekê vekir. Piştre jî Mizgefta Ebî Zer El-Xefarî hate vekirin.

Li Dêrazorê Saziya Karûbarên Olî û mizgeftek hatin vekirin
Li Dêrazorê Saziya Karûbarên Olî û mizgeftek hatin vekirin
Li Dêrazorê Saziya Karûbarên Olî û mizgeftek hatin vekirin
Li Dêrazorê Saziya Karûbarên Olî û mizgeftek hatin vekirin
Li Dêrazorê Saziya Karûbarên Olî û mizgeftek hatin vekirin
21 tîrmeh, 2018   10:29

DÊRAZOR

Îro li gundê Hemar El-Elî, Saziya Karûbarên Olî bi merasîmeke olî hate vekirin. Endamên saziyên Meclisa Sivîl a Dêrazorê û nûnerên saziyên olî yên herêmên Bakurê Sûriyeyê beşdarî merasîma vekirina saziyê bûn.

Merasîm bi rêzgirtinê hate destpêkirin. Paşê serokê Saziya Karûbarên Olî ya Herêma Firatê Îsa El-Şewax axivî û vekirina saziyê li hemû şêniyên Dêrazorê pîroz kir û got ew bi hêvî ne sazî bibe çavkaniya wekhevî û têkoşîna li dijî tarîtiyê.

El-Şewax di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku karê Saziya Karûbarên Olî ew e  ku têgehên şaş rast bike.

Her wiha berpirsê giştî yê Saziya Karûbarên Olî ya Tebqayê Doran El-Haşimî axivî û xêrhatina beşdaran kir. El-Haşimî vekirina saziyê li hemû şêniyan pîroz kir. Paşê mizgefa Ebî Zî El-Xefarî hat vekirin.

(bx/ew)

ANHA