Pêşangeha pirtûkan di roja duyemîn de didome

Duyemîn pêşangeha pirtûkan di roja xwe ya duyemîn de bi nîqaşan û pêşwaziya zarokên dibistanên Qamişlo berdewam dike.

Pêşangeha pirtûkan di roja duyemîn de didome
Pêşangeha pirtûkan di roja duyemîn de didome
21 tîrmeh, 2018   10:05

QAMIŞLO

Duyemîn pêşangeha pirtûkan a bi navê Şehîd Herekol li bajarê Qamişlo li Hola Zana di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike.

 Îro di saet 10.30’an de zarokên dibistanên Qamişlo serdena pêşangeha pirtûkan kir û pirtûkên zarokan kirîn. Her wiha îro li ser mijara ‘Di şer de moralê gel û rastiya ragihandinê’nîqaş tên kirin. Di nîqaşê de rojnamevan, rewşenbîr û nivîskar dê amade bûn.

Di nîqaşan de rola ragihandinê di nava civakê de di çi astê de ye, hat nîqaşkirin. Hate gotin ku ragihandin bûyerên rastiyê derdixê holê û Şoreşa Rojava girîngiya ragihandinê dîsa diyar kir.

Tê payîn ku saet di 18.00`an de nîviskarên kurd ên bi zimanê erebî dinivîsin, semînerekê bidin.

(mk/ch/ew)

ANHA