Li Şêxmeqsûd ji bo mamosteyan dewreyeke nû dest pê kir  

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk li taxa Şêxmeqsûd di bi navê "Şehîd Rûken Amed" de dewreyeke perwerdeyê ji 20 mamosteyan re da destpêkirin.

Li Şêxmeqsûd ji bo mamosteyan dewreyeke nû dest pê kir  
Li Şêxmeqsûd ji bo mamosteyan dewreyeke nû dest pê kir  
Li Şêxmeqsûd ji bo mamosteyan dewreyeke nû dest pê kir  
Li Şêxmeqsûd ji bo mamosteyan dewreyeke nû dest pê kir  
21 tîrmeh, 2018   10:32

HELEB

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dewreyeke perwerdeya bîrdozî ji mamosteyên jin re vekir. Perwerde bi navê Dewreya Şehîd Rûken Amed hate destpêkirin.      

Perwerde dê 17 rojan berdewam bike û dê ji saet 7.30’an heta 16.00’an berdewam bike. Dê di perwerdeyê de waneyên çand û exlaq, rastiya rêvebirinê, dîroka jinan, rexne û rexnedayîn, dîroka Kurdistanê û rihê hevaltiyê jî dê bên dayîn.  

Rêvebera ku li ser xebatên perwerdeyê disekine Rojîn Qerindil diyar kir ku vekirina van perwerdeyan gavên pir girîng in û dibe ku heta hemû mamoste tev li perwerdeyê bibin berdewam bikin, ji ber ku wê mamoste dê nifşên nû ava bikin û ji ber wê jî divê ku di karê xwe de pispor bin.

Her wiha Rojîn di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Dê mamoste ciwanên paşerojê amade bikin û ji bo ku pêşeroja civaka me xurt be divê mamoste di karê xwe de pispor bin.”

(ekîb)

ANHA