Li Kerkûkê teqîn: 2 kes birîndar bûn

Hate ragihandin ku li bajarokê Pirdê di baregeha Esaîb Ehlî Heq de bombek teqiya. Li gundekî Dubiz jî bombeyek teqiya û 2 welatî bi giranî birîndar bûn.

Li Kerkûkê teqîn: 2 kes birîndar bûn
21 tîrmeh, 2018   09:44

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê şevê din saet di 23.00’an de li bajarokê Pirdê yê Kerkûkê bombeyek di baregeha Esaib Ehlî Heq de teqiya. Li ser encama teqînê agahî nehatin wergirtin.

Heman çavkaniyan diyar kir ku baregeha niha hêzên Esaîb Ehlî Heq tê de ne, pêştir hêzên PDK’ê tê de bûn. Piştî teqînê çekdarên Esaîb Ehlî Heq hêzên xwe li derdorê belav kirin.

Her şevê din li gundê Çert ê girêdayî bajarokê Dubiz ê ser bi Kerkûkê ve bombeyek teqiya. Di teqînê de welatiyê bi navê Niyaz Dîno bi giranî birîndar bû û rakirin nexweşxaneya Hewlêrê.

Hêjayî gotinê ye ku şeva 18’ê Tîrmehê li nava bajarê Kerkûkê 10 teqîn çêbûn û di encamê de 11 kes birîndar bûbûn.