Tankên Îsraîlê navendên komên Filistînê armanc digire

Tankên hêzên Îsraîlê piştî ku komek ji ciwanan ber bi benda navendî ya sekvanên Îsraîlê ve meşiya û navend şewitand, cihên çavdêriyê yên girêdayî komên Filistînî topbaran kirin.

Tankên Îsraîlê navendên komên Filistînê armanc digire
21 tîrmeh, 2018   09:43

XEZA

Nûçegihanê ajansa me ANHA`yê ragihand ku tankên Îsraîlê bendeke çavdêriyê ya girêdayî Tabûrên Filistînî li rojhelatê taxa Zeytûn a rojhelatî Xezayê armanc girt, ji ber ku komek ji ciwanan derbasî nav erdê dagirker bûn û benda leşkerî ya girêdayî sekvanên Îsraîlê şewitand.

Her wiha şeva din li Xezayê şerekî giran rûda, lê Misr dikarîbû li herêmê aloziyê bi dawî bike û şer hate rawestandin. Lê îro her du aliyan jî agirbest binpê kir.

Hêjayî gotinê ye ku duh tankan benda çavdêriyê ya li rojhilhatê Xan Yûnis a Xezayê topbaran kir û di encamê de 2 endamên Tabûra El-Qesam ya baskê leşkerî ya Tevgera Hemas hatin kuştin, lê tabûran serbazekî Îsraîlê kuşt û ji ber vê yekê şer zêde bû.  

 (ekîb)

ANHA