Yekemîn kongreya rêxistina jinan a PYD'ê sibê li dar dikeve

Bi şiyara "Jina azad mîsogeriya civakeke exlaqî û siyasî ye" sibê yekemîn kongreya jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk dê were lidarxistin.

Yekemîn kongreya  rêxistina jinan a PYD'ê sibê li dar dikeve
21 tîrmeh, 2018   09:33

SOZDAR CEMÎL / QAMIŞLO

Komîteya amadekar a kongreya rêxistina jinan a Partiya Yekitiya demokratîk (PYD) ji ajansa me ANHA'yê re aşkera kir ku wan amadekariyên xwe yên lidarxistina kongreyê bi dawî kirine û kongre dê sibe li navçeya Rimêlan a girêdayî kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê were lidarxistin.

Komîteyê diyar kir ku nûnerên jin ên buroyên PYD'ê li Bakurê Sûriyeye û derve dê beşdarî konferansê bibin.

Komîteyê destnîşan kir ku wan nameyên vexwendinê ji rêxistin û saziyên jinan ên Bakurê Sûriyeyê û giştî Sûriyeyê re şandine da ku beşdarî konferansê bibin.

Hevseroka PYD'ê Eyşe Hiso jî ji ajansa me re got ku rêxistina jinan a PYD'ê dê yekemîn kongreya xwe piştî 15 salan ji damezirandina PYD'ê li dar bixe û got ku armanc ji vê kongrê ew e ku lêvegereke taybet ji endamên jin ên PYD'ê re were avakirin da ku karibin bêtir xwe bi rêxistin bikin û bi awayekî çalak beşdarî avakirina civaka azad û demokratîk bibin.

ANHA