Komxebata Zanîngehên Rojava di roja duyemîn de ye

Komxebata Zanîngehên Rojava bi dirûşma ʺZanîngeha azad û demokratîkʺ bi amadebûna hemû akademîsyenên zanîngehên Bakurê Sûriyeyê di roja duyemîn de dewam dike.

Komxebata Zanîngehên Rojava di roja duyemîn de ye
Komxebata Zanîngehên Rojava di roja duyemîn de ye
Komxebata Zanîngehên Rojava di roja duyemîn de ye
21 tîrmeh, 2018   07:50

QAMIŞLO

Komxebat li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo duh hatibû destpêkirin, îro di roja duyemîn de dewam dike. Tê payîn ku mamosteyên zanîngehên Bakurê Sûriyê Zeyneb Elî, Menan Cefer û Bedran der barê mekanîzmeya perwerdeyê li zanîngehan û çawaniya pêşxistina wê de lêkolînên xwe bînin ziman.

Her wiha dê mamosteyê zanîngeha bajarê Silêmaniyê yê başûrê Kurdistanê bi rêya Skypeyê tev li komxebatê bibe û nêrînên xwe bîne ziman.

(kc/ew)

ANHA