Mijarên rojnameyên erebî yên îro

40 dewletên Ewropayê û yên ereb li Konseya Ewlehiyê û Neteweyên Yekbûyî der barê biryara desteserkirina mal û milkên koçber û penaberan li rêjîma Sûriyeyê gilî kirin. Rûsya jî tedbîrên rewşa li nêzî sînorên başûr ên bi Colanê re bi dawî dike û dest bi veguhastina çekdarên wê dike. Xwepêşandêrên Iraqê jî banga hilweşandina rêjîmê kir.

Mijarên rojnameyên erebî yên îro
21 tîrmeh, 2018   08:35

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro behsa gelek mijaran û aloziyên herêmê kirin. Rojnameyan behsa ferzkirina Rûsyayê ji pêkanîna hevpeymana bidawîkirina pevçûnan li Colanê kir û xebatên veguhastina çekdar û malbatên wan kir. Rojnameyan her wiha behsa daxwazên iraqiyan a hilweşandina rêjîmê kir û diyar kir ku çarçoveya xwepêşandanan li Bexdayê firehtir bûye. Hûsiyan jî banga navbênkariya Rûsyayê kir.

Rûsya pêkanîna "hevpeymana bidawîkirina pevçûnan" ferz dike

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa gelek mijarên girîng ên girêdayî aloziya Sûriyeyê kir û bi taybet der barê rewşa li başûrê Sûriyeyê, rojnameya Şerq El-Ewsat manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Rûsya pêkanîna hevpeymana bidawîkirina pevçûnan li Colanê ferz dike". Rojnameyê belgeyên hevpeymanê di navbera Şam û tabûrên opozîsyonê yên li gundewarê Quneytera de belav kirin û diyar kir ku asayîşa Rûsya dê li rex hêzên hikumetê li devera Til El-Hara ya stratejîk belav bibe da ku hevpeymana bidawîkirina pevçûnan a di navbera Şam û Til Evîvê de ya sala 1974'an were pêkanîn.

Rojnameyê diyar kir ku ev hevpeyman şîroveya lihevkirina di navbera serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Natanyaho û serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û hevpîşeyê wî yê Amerîkayê Donald Trump de pêk hatiye, ew e ku hevpeymana bidawîkirina pevçûnan bi sponseriya Rûsyayê were pêkanîn. Li gorî hevpeymanê herêmeke bi sê kemberan a 80 km dê were avakirin û hêzên hikumetê piştî ku DAIŞ were têkşikandin ji vê derkeve. Her wiha li gorî hevpeymanê divê Rûsya serweriya xwe li ser Til El-Hara ferz bike û çavdêriya pêkanîna hevpeymanê bike.

Dewletên erebî û yên ewropayî li ba Konseya Ewlehiyê û Netewên Yekbûyî rêjîma Sûriyeyê gilî dikin

Rojnameya El-Quds manşeteke xwe wiha bi nav kir: "40 dewletên Ewropayê û  yên erebî li Konseya Ewlehiyê û Neteweyên Yekbûyî (NY) der barê biryara desteserkirina mal û milkên koçber û penaberan de rêjîma Sûriyeyê gilî kir." Rojnameyê diyar kir ku 40 dewletên endamên NY’yê girêdayî encamên metirsîdar ên biryara rêjîmê ya qanûna 10, giliyeke fermî radestî sekretêrê giştî Antonio Guterres û Konseya Ewlehiyê kirin.

Rojnameyê diyar kir ku van dewletên endam li hemberî vê qanûnê xemgîniyên xwe anî ziman û diyar kir ku hikumet bi rêya vê qanûnê mal û milkên bi milyonan koçber û penaberan desteser dike û ev yek rê li pêşiya vegera wan digire.

Moskov tedbîrên li nêzî sînorên başûr ên bi Colanê re bi dawî dike

Rojnameya El-Heyat jî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Pêşniyarên vegerandina koçberên Sûriyeyê berhema lihevkirina lûtkeya Helsinkiyê  ye". Rojnameyê diyar kir ku Moskov di tedbîrên bidawîkirina rewşa li nêzî sînorên başûrê Sûriyeyê yên bi Colana dagirkirî re bi du rêbazan pêk tîne, ji aliyekî ve serweriya rêjîmê li vê herêmê temam dike û dest bi veguhastina opozîsyonê dike, ji aliyekî din ve jî alîkariya navneteweyî ji bo vegerandina koçberên Sûriyeyê dixwaze. Di peywendiyeke telefonê de ya di navbera Viladîmir Pûtîn û Binyamîn Natanyaho de lihevkirina Sûriyeyê hate gotûbêjkirin. Buroya Natanyaho jî dubare ji Pûtîn re diyar kir ku dê li dijî bicihkirina leşkerî ya Îranê di Sûriyeyê de tev bigere.

Iraqî banga hilweşandina rêjîmê dikin

Girêdayî mijarên Iraqê rojnameyên Erebî behsa xwepêşandanên li Iraqê kir. Rojnameya El-Ereb nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Iraqiyan daxwazên xwe bilind kirin; gel dixwaze rêjîm hilweşe." Rojnameyê diyar kir ku xwepêşandêrên Iraqê asta daxwazên xwe bilindtir kir û durişma "Gel dixwaze rêjîm hilweşe" qîriyan.

Rojnameyê destnîşan kir ku xwepêşandanên li Iraqê firehtir dibin û duh li bajarên wekî Semawa, Nasriyê, Necef û Bexdayê xwepêşandanên mezin hatin lidarxistin û xwepêşandêran tê de banga hilweşandina partiyên siyasî kir.

Xwepêşandanên Iraqê ber bi Bexdayê ve tên

Rojnameya El-Heyat jî girêdayî heman mijarê nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Li rex xwepêşandanên mezin tedbîrên ewlehiyê li Iraqê" Rojnameya Şerq El-Ewsat jî manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Li paytexta Iraqê û parêzgehên başûr tedbîrên ewlehiyê yên hişk". Rojnameyê diyar kir ku xwepêşandêrên Iraqê li ser malperên civakî banga xwepêşandanên li giştî welat kirin û di heman demê de çavkaniyên ewlehiyê ragihandin ku hêzên artêş û asayîşê li giştî derdora navendên hikumetê belav bûne.

Hûsî navbênkariya Rûsyayê dixwazin

Girêdayî mijar û aloziya Yemenê rojnameya El-Heyat manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Hûsiyan banga navbênkariya Rûsyayê ji bo bidawîkirina şerê El-Hudeyda kir". Rojnameyê diyar kir ku serokê Meclisa Siyasî ya Bilind a girêdayî koma hûsiyan, Muhdî El-Meşat banga destwerdana Rûsyayê kir da ku çalakiyên leşkerî yên li dijî bajarê El-Hudeyda bêne rawestandin.

Girtin û pevçûnên dijwar li herêma rojava ya Filistînê

Girêdayî mijarên Filistînê rojnameya El-Quds manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Girtin û pevçûn li herêma rojavayî û niştecihan êrîşî komeke Filistînê kir." Rojnameyê diyar kir ku çalakiyên gel li herêma rojavayî ya Filistînê li dijî niştecihbûnê û planên Amerîkayê yên girêdayî dosyaya koçberan û Qudsê berdewam dikin. Li gelek deveran xwepêşandan hatin lidarxistin û di heman demê de artêşa dagirker hemleyên xwe yên leşkerî berdewam dike.

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de got ku li bajarokê Kefer Qedûm pevçûn rûdan, piştî ku welatiyên bajarok derketin û niştecihbûn û biryarên Amerîkayê şermezar kirin. Di encama pevçûnan de 3 welatî bi parçe û guleyên leşkerên dagirkeriyê birîndar bûn û bi dehan welatî ji ber gazê bi bandor bûn.