Dîdargeha PYD'ê 'şoreşa 19'ê Tîrmehê şoreşa azadî û veguhertina demokratîk e'

Partiya Yekitiya Demokratîk bi navê "Şoreşa 19'ê Tîrmehê şoreşa azadî û veguhertina demokratîk e" dîdargehek li bajarê Qamişlo organîze kir.

Dîdargeha PYD'ê 'şoreşa 19'ê Tîrmehê şoreşa azadî û veguhertina demokratîk e'
Dîdargeha PYD'ê 'şoreşa 19'ê Tîrmehê şoreşa azadî û veguhertina demokratîk e'
Dîdargeha PYD'ê 'şoreşa 19'ê Tîrmehê şoreşa azadî û veguhertina demokratîk e'
Dîdargeha PYD'ê 'şoreşa 19'ê Tîrmehê şoreşa azadî û veguhertina demokratîk e'
Dîdargeha PYD'ê 'şoreşa 19'ê Tîrmehê şoreşa azadî û veguhertina demokratîk e'
Dîdargeha PYD'ê 'şoreşa 19'ê Tîrmehê şoreşa azadî û veguhertina demokratîk e'
21 tîrmeh, 2018   07:46

QAMIŞLO

Di çarçoveya çalakiyên pîrozkirina salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê de Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di bin sernavê "Şoreşa 19'ê Tîrmehê şoreşa azadî û veguhertina demokratîk e" de dîdargehek li salona Zana ya bajarê Qamişlo organîze kir. Di dîdargehê de nûnerên partiyên siyasî û gelek kesayetên serbixwe amade bûn.

Dîdargeh ji 3 beşan pêk dihat, ew jî ev bûn: Aliyê fikrî, siyasî û civakî, aliyê parastin û pêşxistina têgeha xweparastinê û rola jin û ciwanan. Piştî 6 salan ji Şoreşa 19'ê Tîrmehê ev beş ji aliyê beşdaran ve hatin gotûbêjkirin.

Girêdayî beşa fikrî, siyasî û civakî şêwirmendê hevserokatiya PYD'ê Ciwan Mistefa axivî û behsa nirxên şoreşê kir û got ku pêdiviya gel û civakê bi vê şoreşê gelekî zêde bû da ku zîhniyeta desthilatdar biguherînin û rêya ber bi azadiyê ve vekin. Vê şoreşê xwe spart rêgeza neteweya demokratîk û li ser vê bingehê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hate avakirin. Şoreşê hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê girtinên nava xwe û hişt hevkariya hev û du di hemû aliyan de bikin.

Mistefa destnîşan kir ku gelek saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser hatin damezirandin û komîn û meclisên herêmî jî hatin avakirin. Êdî navlêkirina vê şoreşê bi şoreşa guhertina zîhniyetê pêkan e.

Di nava wan de hevserokê PYD'ê Şahoz Hesen hebû û got ku beriya şoreşê gelê kurd rastî siyasetên înkarê ji aliyê rêjîmê ve dihat, tu carî gelê kurd ji aliyê hêzên siyasî û leşkerî yên hundir û derve ve nedihat nasîn. Şoreşa 19'ê Tîrmehê nasnameyeke azad ji gelê kurd re peyda kir û baldariya giştî cîhanê ber bi gelê kurd ve kişand.

Beşdaran geşedanên şoreşê di van 6 salên borî de nirxandin û hinan pesna destkeftiyên şoreşê dan û diyar kir ku gel bê navber ji bo biserxistina şoreşê û pêşxistina wê di nava xebatan de bûn. Her wiha hinan jî rexneya partiyên siyasî yên kurdî kirin ku nikaribûn yekitiya kurdî ava bikin. Her wiha kêmasiyên di hin saziyên Rêveberiya Xweser de pêk hatine rexne kirin.

Girêdayî beşa parastin û pêşxistina têgeha xweparastinê berdevkê fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd axivî û got ku ji bo hêzên parastina rewa û parastina civakê were avakirin wan xebat dane meşandin. Tenê gelê şoreşger dikare şerê fikra radîkal bike û axa xwe rizgar bike. Van hêzên leşkerî hemû pêkhateyên civakê hembêz kirin da ku axa wan were rizgarkirin û parastin. Weke mînak bajarên Kobanê û Minbicê û gelek bajarên din ên Bakur Sûriyeyê.

Mehmûd di axaftina xwe de behsa Efrînê kir û got ku Efrîn di encama komployeke navneteweyî de rastî dagirkeriya artêşa tirk hatiye û diyar kir ku gel berxwedaneke dîrokî li hemberî hovîtiya dagirkeran li ber xwe daye û hê jî berxwedana xwe didomîne.

Mehmûd destnîşan kir ku hêza leşker ji Efrînê venekişiya ye û heta niha di hundirê Efrînê de çalakiyên xwe li dijî dagirkeran dide meşandin û heta rizgarkirina Efrînê dê berdewam bike. Efrîn ti carî ji dagirker û çeteyan re aram nabe.

Piştre deriyê nîqaşan hate vekirin ku beşdaran behsa rola hêzên leşkerî di şoreşê de kirin û gotin ku bi saya fedekariyên van şoreşgeran gel karibû jiyana xwe ya aştî ava bike û karibû bêtir ber bi azadiya xwe ve biçe.

Endama Meclisa PYD'ê Welîda Hesen girêdayî beşê din ê rola jin û ciwanan di Şoreşa 19'ê Tîrmehê de axivî û got ku ev şoreş şoreşa jinan e û bi saya wê jinan gavên mezin di vê şoreşê de avêtin û beşdarî nivîsandina hevpeymana civakî bû û qanûnên taybet bi jinan derxistin. Jinan rola xwe ya çalak di civakê de îspat kirin û li dijî fikr û zihniyeta baviksalariyê têkoşiyan û gelek mafên xwe bi dest xwe ve anîn. Jinan li rex zilam beşdarî hemû aliyên jiyanê yên siyasî, leşkerî, aborî, civakî û çandî bûn. Êdî şoreşa jinan veguherî mînake herî guncaw ji bo hemû jinên Rojhilata Navîn û cîhanê.

Welîda di berdewama axaftina xwe de behsa şervanên Yekîneyên Paratina Jin (YPJ) kir û got ku bi saya fedekariya van şervanên jin ax û mafên jinan hatin parastin û êdî di giştî cîhanê de weke mînak tên dîtin.

Welîda got ku ciwan motora civakê ne û ciwanan di nava şoreşê de xwe bi rêxistin kirin û beşdarî avakirina civaka azad û demokratîk bûn.

Di dawiya dîdargehê de beşdaran rola jin û ciwanan di şoreşê de gotûbêj kirin û diyar kirin ku bi saya şoreşê jin ji bin nîrê koletiyê hatiye rizgarkirin.

ANHA