Mayînên çeteyan hîna jî jiyana sivîlan dixe metirsiyê

Li Şehbayê ji ber bermahiyên çeteyên DAIŞ'ê, 17 welatiyên Efrînî jiyana xwe ji dest dane û 27 jî birîndar bûne.

Mayînên çeteyan hîna jî jiyana sivîlan dixe metirsiyê
Mayînên çeteyan hîna jî jiyana sivîlan dixe metirsiyê
Mayînên çeteyan hîna jî jiyana sivîlan dixe metirsiyê
Mayînên çeteyan hîna jî jiyana sivîlan dixe metirsiyê
Mayînên çeteyan hîna jî jiyana sivîlan dixe metirsiyê
21 tîrmeh, 2018   05:25

CAFER CAFO – ARIF SILÊMAN / ŞEHBA

Çeteyên DAIŞ'ê ku di dema ku herêma Şehbayê dagirkiribûn de, li hemberî pêşveçûnên şervanên YPG, YPJ'ê û Hêzên şoreşgerî de derbeyên giran dixwarin li pey xwe mayîn datanîn. Li ji ber tunebûna tîmên bê bandorkirina mayînan, heta niha mayîn li cihê xwe mane û xeteriyê li ser jiyana sivîlan dike. Bi taybet şêniyên Efrînê yên ku ji ber êrîşên Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên yên li ser kantona Efrînê xwe li Şehbayê girtin dibin armanên mayînan.

Li gorî bîlançeya ku ajansa me bi dest xistiye ji destpêka ku şêniyên Efrînê xwe spartine kantona Şehbayê ve 17 sivîl ji ber mayînan jiyana xwe ji dest dane û 27 jî birîndar bûne.

Têkildarî vê mijarê Hevseroka Meclîsa Til Qirah, Pelda Şêxo got :"Ji ber mayînan me şênî agahdar kirine, cihê ku mayîn lê hene me wan hişyar kirin. Lê tunebûna rêxistinên rakirina mayînan li herêmê xeterî li ser jiyana sivîlan heye."

Pelda Şêxo di dawiya axaftina de Şbang li Rêxistinên Navnteweyeyî û Rêxistinên bê bandorkirina mayînan kir da ku berê xwe bidin Şehbayê û ji mayînan paqij bikin.

(şx)

ANHA