Bi hezaran şêniyên Kefreya û El-Fûa gihaştin korîdora El-Îs

Karwanê otobusên ku kesên ku di bajarokê Kefreya û El-Fûa de asê mane, gihaşt korîdora Tel El-Îs a gundewarên başûrê Helebê.

Bi hezaran şêniyên Kefreya û El-Fûa gihaştin korîdora El-Îs
19 tîrmeh, 2018   08:53

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî dezgehên fermî yên çapemeniya Sûriyeyê roja Pêncşemê bi hezaran kesên ku di bajarokên Kefreya û El-Fûa de asê mabûn hatin rizgarkirin. Her du bajarokên gundewarên Idlibê ji aliyê komên çekdar ve hatibûn dorpêçkirin. Tê gotin ku wê rêjîma Sûriyeyê li beranberî wan bi sedan girtiyan berde.

Wekî ku hatiye payîn dê îro nêzî 7 hezar kes ji her du bajaran bi rêya otobusan ber bi korîdora Tel El-Îs ve ya başûrê Helebê derkevin.

Duh jî 121 otobus û bi dehan erebeyên ambulans ên Heyva Sor a Sûriyeyê li ser 3 beşan derbasî bajarokê Kefreya û El-Fûa bûn ji bo ku kesên ku ev 3 sal e ji aliyê çekdaran ve hatibûn dorpêçkirin derxin.

(bx/ew)