Ji Navenda Têkiliyên Dîplomasî  ya TEV-DEM`ê daxuyanî!

Navenda Têkiliyên Dîplomasî  ya TEV-DEM`ê bi girêdayî salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê, rewşa Efrînê û guftugoyên bi rejîma Sûriyê re, daxuyaniyek da.  

Ji Navenda Têkiliyên Dîplomasî  ya TEV-DEM`ê daxuyanî!
19 tîrmeh, 2018   09:34

QAMIŞLO

Daxuyanî li Navenda Têkliyên Dîplomasî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li bajarê Qamişlo yê herêma Cizîrê bi amadebûna gelek dezgehên çapemenî  hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Berdevkê Navenda Têkiliyên Dîplomasî yê TEV-DEM`ê  Kemal Akif ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

ʺEm şoreşa 19´ê Tîrmehê pîroz dikin ku ji Kobanê destpê kir û bû bingehek girîn ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê. Em bi navê dîplomasiya TEV-DEM`ê salvegera şeşemîn a 19´ê Tîrmehê em pîroz dikin û hemû şehîdên ku canê xwe feda kirine ji bo avakirina civakek demokratîk bibîr tînin. Kongreya MSD´ê di nava guhertinên pir girîng de hat lidarxistin û ev kongreya sêyemîn bû bersiva gelek tiştan û gavek ber bi çareseriyê û avakirina Sûriyek demokratîk, em serkeftina kongreyê pîroz dikin û em hêviya serkeftinê jê re dixwazin di dema pêş de.

Ji bo Efrîn: rewşa koçberan li Efrîn hîn pir zehmet e û ti alîkariyên navnetewî nehatine kirin. Dewleta Tirkiyê bi awayekî sîstematîk dagirkeriyê li wê derê pş dixe, guhertina demografîk çêdibe û mal û zevî tên şewitandin û civaka navnetewî ta niha bê deng e û ev bêdengî xizmeta ji dewleta Tirkiyê re dike, her wiha meclîsa ku li Efrînê hatiye avakirin rewabûnê dide dewleta Tirk û meclîs rolek xerab dijî Efrîn û gelê Sûriyê dilîze.

Ji bo guftugoyên bi rêjîmê re; di vê hefteyê de me bêhtirî 15 nameyan şandin gelek wezaretên derve yên biyanî, Ewropî û erebî û saziyên civaka sivîl re, di nameyan de me bal kişand ser ku divê garantiyên navnetewî hebin da ku guftugo pêş bikevin, em dibînin ku ev garantî tine bin ev guftugo tiştkî bi xwe re naynin. Her wiha me daxwaza avakirina destûrek demokrat kiriye û gerek îradeya Bakurê Sûriyê  jî tê de hebe û eger tine be jî ew ti çaeseriyê bi xwe re nayne.ʺ

(ekib)

ANHA