Hunermend Salih Osê di 40 rojiya wefata wî de hat bîranîn

Hunermendê Kurd Salih Osê di 40 rojiya wefata wî de hate bîranîn.

Hunermend Salih Osê di 40 rojiya wefata wî de hat bîranîn
Hunermend Salih Osê di 40 rojiya wefata wî de hat bîranîn
Hunermend Salih Osê di 40 rojiya wefata wî de hat bîranîn
Hunermend Salih Osê di 40 rojiya wefata wî de hat bîranîn
17 tîrmeh, 2018   17:50

QAMIŞLO

Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê bi armanca bîranîna hunermendê Kurd Salih Osê ku 40 roj li ser wefatê wî re derbas bû, civînek li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo lidar xist.

Di bîranînê de, endamên tevgerên çand û hunerê yên herêmên Cizîrê, rewşenbîr, helbestvan, malbat û hevalên Salih Osê amade bûn.

Piştî rêzgirtinê Cîgirê Hevserokên Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê Hena Hena axivî û li ser kesayeta hunermend Salih Osê ev tişt bi hêv kir, " Salih Osê yek ji hunermendên navdar e, di dilê hemû şagirtinê xwe de hezkirina hunerê, civakbûyîn çand."

Li ser navê Yekîtiya Hunermendan a herêma Cizîrê Elî Abdullah jî da zanîn ku Salih Osê yek ji damezrînerên Yekîtiya Hunermendan a herêma Cizîrê bû û got ku “Salih Osê roleke mezin di zindîkirina kevnoşopiyan kurdî de cihe xwe girt. Em jî heya dawiyê şopdarên riya wî bin.”

Biranîn bi stranên koma Stêrva û Peymanga Rojava bi dawî bû.

(mk/hh)

ANHA