Ji bo pêşxitina aboroiyê herêmê civînek hate lidarxisitn

Komîteya Peywendiyan a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê  ji bo pêşxistina aboriya herêmê û destekê bide  şêniyan ku projeyên xwe pêk bînin.

Ji bo pêşxitina aboroiyê herêmê civînek hate lidarxisitn
7 tîrmeh, 2018   15:29

ESMEHAN UMER / TEBQA

Endamên Komîteya peywendiyan, Hevseroka Komîteya Têkîliyan a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê Asya El-Xerbî û bi dehan şêniyên herêmê tevlî civînê bûn.

Endamê Rêveber ê Komîteya Peywendiyan a Reqayê Ebdulah El-Eryan armanca li darxistina civînê diyar kir û got, "Me ev civîn li dar xistiye da ku li gorî derferên di dest me de bi we re bibin alîkar, di encamê bi hev re aboriya civaka xwe pêş bixînin."

Hevseroka Komîteya Têkîliyan Asye El-Xerbî çend proje, ji wan sererastkirina riyên di navbera Tebqa, Reqaû El-Cirniyê pêşkeş kir.

Ji aliyê xwe Endama Rêveber a Mala Jin a El-Cirniyê Foza El-Hesen ji bo pêşxistina aboriya herêmê bang li pêşxistina projeyên jinê weke werşeyên dirûnê û alîkariya çandiyê kir.

Di dawiya civînê de, komîteyê soz da ku ew ê alîkariya şêniyan bik.

(şx)

ANHA