Şêniyên El-Behra di nava mehekê de wê li warê xwe bin

Komîteya Têkilyên Diplomasî ya girêdayî Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM),YPJ, YPG`ê soz dan şêniyên gundê El-Behra ku wê di nava mehekê de li malên xwe vegerin.

Şêniyên El-Behra di nava mehekê de wê li warê xwe bin
7 tîrmeh, 2018   13:58

HESEKÊ

Komîteya Têkliyên Deplomasî ya TEV-DEM`ê û fermandarên YPG û YPJ'ê ji şêniyên gundê El-Behra yê girêdayî navçeya Holê ya kantona Hesekê re civînek lidar xistin. Civîn bi armanca nirxandina mekanîzmeya vegera şêniyên li gundê xwe hate lidarxistin.

Civîn li navenda Meclîsa Navçeya Holê hate lidarxistin. Hevserokê Komîteya Têkliyên Doplomasî Ebdulselam Ehmed, Cîgirê Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Hisên Ezam, ji fermandarên YPG`ê Demhat Hol, rûspiyên êlên herêmê û endamên meclîsên navçeya Holê beşdarê civînê bûn.

Civîn bi rêzgiritin hate destpêkirin. Paşê Cîgirê Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Hisên Ezam axivî û biriyara vegera şêniyên li gundê wan pîroz kir. Ezam diyar kir ku YPJ/YPG`ê ji bo ku herêmê ji çeteyan rizgar bikin berdêlên mezin dan.

Ezam di berdewamiya axaftina xwe de got ku pêwîste hemû şêniyên ku wê li malên xwe vegerin li gorî berpirsiyariyê bin û parastina desketiyên ku bi saya şehîdan hatine bi dest xistin, bikin.

Ji aliyê xwe ve Hevserokê komîteya Deplomasî Ebdulselam Ehmed rewşa dawî ya herêmê nirxand. Ehmed lihevkirinên bi rêjîmê re derewand û ev tişt got,"Ji bo bi danûstandina bi hemû aliyan re em amade ne.Em tu carî bi hustek ji axa welatê ku bi saya xwîna şehîdan hatine rizgar kirin, bernadin." 

Paşê navê şêniyên ku wê li malên xwe vegerin ji aliyê Fermandar Demhat Hol ve hate xwendin.

Hêjaye bi bîr xistinê ku gundê El-Behara di 15`ê Mijdara 2015`an ve hatiye rizgar kirin. heta niha jî tîmên rakirina mayînan ên girêdayî QSD`ê herêmê ji çeteyên DAIŞ`ê paqij dikin.

(bx)

ANHA