'Teqîna li Minbicê dê şerê ji bo demokrasiyê xurttir bike'

Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyeyê der barê teqîna li navçeya El-Heye ya Minbicê de daxuyanuyek da û got ku teqîn sûcekî terorîstane ye, dê negihîje armanca xwe û ev tişt got: "Dê şerê ji bo demokrasiyê û nirxên jiyana hevbeş û rêzgirtina mafên mirovan xurttir bike."

'Teqîna li Minbicê dê şerê ji bo demokrasiyê xurttir bike'
7 tîrmeh, 2018   13:07

NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyeyê der barê teqîna li navçeya El-Heye ya Minbicê de ku di nava welatiyên li dijî dagirkeriya tirk derketibûn meşê de pêk hat, daxuyaniyek da. 

Daxuyanî wiha ye:

“Bi israreke zêdetir a li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê û bi têkoşîneke li dijî dagirkeriyê, partiya me (Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyeyê) agahiya êrîşa terorîstana ku li dijî gelê me yê navçeya El-Heye ya Minbicê pêk hat, bi xemgînî pêşwazî kir. Li dijî yên baweriya wan bi demokrasiyê û rêbazên wê pêk tê, her wiha li dijî dagirkeriya tirk bi rêbazên demokratîk têkoşîn kirin.

Partiya me armanca sereke ya sûcê ku li dijî gelê me yê sivîl ku bi awayekî demokratîk û aştiyane li dijî dagirkeriya tirk derketin pêk hat. Êrîşa pêk hatiye bi armanca bêdengkirina dengê demokrasiyê û tunekirina hêviyên ji bo azadiyê ku di nava hemû pêkhateyên welatê me, Bakurê Sûriyeyê û Minbicê de bi taybet pêk hatiye. Armanca wan bi vê êrîşa derbkirina demokrasiyê û ewlekariya Bakurê Sûriyeyê û bi taybet Minbicê ye. Dixwazin ezmûna civaka me ya demokratîk têk bibin. Em tekez dikin ku ev sûcê terorîstane dê armancên xwe pêk neyne, lê belê dê israra şerê ji bo demokrasiyê û parastina nirxên jiyana hevbeş, her wiha parastina mafên mirovan ku gelê Bakurê Sûriyeyê daye destpêkirin, zêde bike.

Paratiya me sersaxiyê ji malbatên şehîdan û birîndaran re dixwaze û em tekez dikin ku em li kêleka berxwedan û israra gelê xwe ne ku beşdarî çalakiyên demokratîk ên li dijî dagirkeriyê dibin."

ANHA