Ji bo birîndarên Minbicê xwîn tê dayîn

Bi dehan ciwanên xeta rojhilatê bajarê Minbicê bi dirûşma "Birîndar birîndarên me ne" ji bo birîndarên teqîna navçeya El-Heya ku di nava xwepêşanderan de pêk hat, xwîn da.

Ji bo birîndarên Minbicê xwîn tê dayîn
Ji bo birîndarên Minbicê xwîn tê dayîn
Ji bo birîndarên Minbicê xwîn tê dayîn
7 tîrmeh, 2018   12:11

MINBIC

Roja Pêncşemê li navçeya El-Heya ya girêdayî bajarê Minbicê ya Bakurê Sûriyeyê di nava xwepêşanderên ku li dijî gefên dewleta tirk a dagirker li ser bajarê Minbicê daketibûn qadan, teqînek pêk hat. Di encama wê de welatiyek şehîd bû û 32 welatî jî birîndar bûn.

Ji bo vê yekê bi dehan ciwanên Minbicê berê xwe da Nexweşxaneya Firat a bajêr da ku xwînê ji bo birîndaran bidin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku wê dayîna xwînê du rojan berdewam bike.

(bx/ew)

ANHA