Li Reqayê Komîteya Tenduristiyê xebatên xwe geş dike

Komîteya Tenduristiyê ya bajarê Reqayê kar û xebatên xwe bê navber berdewam dike, hewl dide aliyê tenduristiyê baş bike û pêwîstiyên tenduristiyê ji şêniyan re peyda dike.

Li Reqayê Komîteya Tenduristiyê xebatên xwe geş dike
Li Reqayê Komîteya Tenduristiyê xebatên xwe geş dike
Li Reqayê Komîteya Tenduristiyê xebatên xwe geş dike
Li Reqayê Komîteya Tenduristiyê xebatên xwe geş dike
Li Reqayê Komîteya Tenduristiyê xebatên xwe geş dike
Li Reqayê Komîteya Tenduristiyê xebatên xwe geş dike
7 tîrmeh, 2018   12:23

NEJBÎR OSMAN – AZAD SEFO / REQA

Komîteya Tenduristiyê dema ku bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin, hate avakirin. Çeteyên DAIŞ`ê bajar xira kirin, hemû aliyên xizmetguzariyê û civakî hilweşandin. Yek ji wan jî aliyê tenduristiyê ye ku wê jî ji şer û pevçûnên li bajar para xwe ji xirabûnê dît.

Komîteya Tenduristiyê ji serok, 3 cîgir û endamên ku li navendên tenduristiyê dixebitin, pêk tê. Komîteya Tenduristiyê yek ji komîteyên girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê ye. Armanca wê ku aliyê tenduristiyê baş bibe û hemû pêwîstiyan ji şêniyan re peyda bike.

Piştî ku bajarê Reqayê bi temamî ji çeteyan DAIŞ`ê hate rizgarkirin û şêniyên herêmê hêdî hêdî li bajarê xwe vegeriyan, pêwîstiya şêniyan bi pêdiviyên sereke hebû. Komîteyê dest bi hemleya çawa mirov xwe ji nexweşiyan biparêzin, kir. Her wiha hemleya aşlekirina zarokan kir da ku ji parastina wan ji nexweşiya laşmanya bikin.

Komîteyê her wiha gelek navendên tenduristiyê li bajarê Reqa û gundewarên wê vekirin. Her wiha dest bi sererastkirina nexweşxaneye El-Wetenî ya dikeve navenda bajêr kir.

Komîteyê kar û xebatên dermanxaneyên bajar kir û ruxset dan wan. Ji ber ku tu nuqteyên tenduristiyê li bajar tune ne, dest bi avakirina nuqteyan kir. Heta niha 16 nuqteyên tenduristiyê li navenda bajar û gundewarên wê hatine vekirin û gelek yekîneyên gerok di nava gundan de destwerdanên lezgîn ji şêniyan re pêşkêş dikin.

Heyva Sor a Kurd navenda xwe li ser rêya El-Cezra vekir. Di navendê de nexweşiyên hundirîn, jin û zarok têne dermankirin. Nuqteyeke tenduristiyê jî di nava gundewarên rojava de digere û yeke din jî li bajarokê El-Karamê digere û pêwîstiyên tenduristiyê ji xeta rojhilat re bi temamî pêşkêş dike.

Komîteyê 5 hemleyên aşlekirinê dest pê kirin. Ji gundewarên wê dest pê kir heta ku gihaşt bajar. Di bajar de jî du hemle hatin destpêkirin. Ji taxa Seyf El-Dewle ber bi gundewaran ve. Ew cara yekê ye ku piştî 3 salan hemleya aşlekirinê li bajar hate destpêkirin.

Komîteya Tenduristiyê li bajarê Reqayê ruxset da 6 nexweşxaneyên taybet ku  2 ji wan li gundewarên Reqayê ne. Her wiha nexweşxaneya zayîna jinan hate vekirin. Di wê nexweşxaneyê de beşa taybet a zarokan heye. Hemû pêwîstî û xizmetên tenduristiyê dide zarokan.

Piştî ku gelek nexweşxane li bajar hatin vekirin, ji ber vê yekê pêwîstiya wan bi banka xwînê heye. Komîteya Tenduristiyê banka xwînê li navenda Seyf El-Dewle vekir. Di hundirê bankê de navenda aşlekirinê û navenda nexweşiya tilasmiya jî heye. Li wê derê 177 zarokên ku xwîna xwe diguherin hene û bê pere têne dermankirin.

Gelek projeyên komîteyê ji bo pêşerojê hene. Ji wan ji nûve sererastkirina aliyê bakur ji Nexweşxaneya Wetenî ya giştî, werşeyên kar dest bi sererastkirina nexweşxaneyê kirine. Her wiha wê kadroyên Tenduristiyê ji bo nexwşxaneyê werin diyar kirin û dema ku kar û xebatên sererastkirinê bidawî bibin wê nexweşxane were vekirin.

Li gorî berpirsan wê kar û xebatên sererastkirinê di nava 3 mehan de bi dawî bibe. Ev ji bo şêniyan pêngaveke girîng e ji ber ku hemû nexweşxane ji ber şer xira bûne.

Komîte kar û xebatên belavkirina nuqteyên tenduristiyê li hemû bajar û gundewarên wê berdewam dike.

Di vê çarçoveyê de serokê Komîteya Tenduristiyê Ehmed Îsmîl got ku ew gelek zehmetiyan di aliyê tenduristiyê de bibînin. Îsmaîl destnîşan kir ku pirsgirêka wan ya sereke ku nexweşxaneyên giştî tune ne û tekez kir ku heger Nexweşxaneya Wetenî ya giştî neyê vekirin wê gelek kêmasî di aliyê tenduristiyê de çêbin.

Di dawiyê de Îsmaîl got ku divê hemû pêwîstiyên tenduristiyê ji şêniyan re werin peydakirin ji ber ku bajarê wan ne ji zû ve hatiye rizgarkirin û şêniyên bajar roj bi roj li bajarê xwe vedigerin.

(bx/ew)

ANHA