Şandeya Lubnanê: Divê tecrubeya neteweya demokratîk ji bo Sûriyeyê bibe mînak

Şandeyeke hiqûqnas û siyastmedarên Lubnanê serdana Bakurê Sûriyeyê dike. Şandeyê tekez kir ku pêwîst e tecrubeya neteweya demokratîk ji bo aloziya Sûriyeyê bibe mînak.

Şandeya Lubnanê: Divê tecrubeya neteweya demokratîk ji bo Sûriyeyê bibe mînak
24 hezîran, 2018   11:36

QAMIŞLO

Şandeyeke hiqûqnas û siyasetmedarên Lubnanê serdana Desteya Têkiliyên Derve li kantona Qamişlo kir. Şande ji parêzer, hiqûqnas û çalakvana siyasî Dona Calok, cîgira ermenî ya berê, çalakvan û Ppspora têkiliyên kurd û ermeniyan Hano Moskoviyan, seroka Çanda Civakî ya Weqfa Newroz Hensa Osman, çalakvana siyasî û berpirsa Weqfa Newroz Xezala Sado pêk tê.

Şande ji aliyê hevserokê Desteya Têkiliyên Derve Abdulkerîm Umer, cîgira wî Sena Deham û endamên desteyê Stêr Yûsif û Ibtîsam Osman ve hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de nîqaş li ser serdana şandeyê ji Bakurê Sûriyeyê û naskirina wan ji rewşa herêmê re hatin kirin. Di vê çarçoveyê de şandeyê razîbûna xwe ji tecrubeya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê re diyar kir û tekez kir ku pêwîst e ev yek bibe mînaka aloziya Sûriyeyê.

Abdulkerîm Umer got ku hemû destkeftiyên ku li Bakurê Sûriyeyê pêk hatine, ji ber ku wan xeta sêyemîn ji xwe re girtine û fikrên neteweya demokrtîk û îradeya gelan ji xwe re esas girtine. Umer tekez kir ku armanca wan avakirina Sûriyeyeke demokratîk a pirreng e.

Di dawiyê de şandeyê kêfxweşiya xwe bi serdana Bakurê Sûriyeyê diyar kir û tekez kir ku ew ji bo wan derfet bû da ku rewşa herêmê ji nêz ve bibînin û binirxînin.

Wekî ku tê payîn dê şande serdana herêmên din Bakurê Sûriyeyê bike.

(bx/ew)

ANHA