Li Kobanê navendeke nû ya tenduristiyê vebû

Heyva Sor a Kurd li kantona Kobanê bi alîkariya rêxistina Bijîşkên Sînornenas, navenda xwe ya tenduristiyê li bajarokê Bênder vekir. Navend dê xizmeta tenduristî bide 62 gundan.

Li Kobanê navendeke nû ya tenduristiyê vebû
Li Kobanê navendeke nû ya tenduristiyê vebû
Li Kobanê navendeke nû ya tenduristiyê vebû
24 hezîran, 2018   11:35

KOBANÊ

Heyva Sor a Kurd li kantona Kobanê ji bo xizmeta şêniyên herêmê ji aliyê tenduristiyê ve bi alîkariya Bijîşkên Sînonenas navenda xwe ya tenduristiyê li bajarokê Bênder yê girêdayî herêma Qenaya ya rojavayê kantona Kobanê vekir.

Li gorî rêveberên Heyva Sor, ev navend dê li 62 gundan dermanan belav bike.

Her wiha navenda tenduristiyê dê aşleyên rotîn li dijî nexweşiyên BCG, sorik, MMR û kizazê bike û her wiha aşleya vîtamîn A û aşleyên laşmanyayê ji bo şêniyan dabîn bike.

Komîteya bijîşkan ku ji 6 kesan pêk tê, saet ji 08.00Q’an heta 16.00’an xizmetê dide. 

(cu-ew)

ANHA