Li Efrînê revandin, talan û dizî didome

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê revandina sivîlên Efrînê didomîne. Çeteyan piştî ku zeviyên welatiyan şewitandin, niha jî li ser zeviyên ku mane buhayê berheman li gorî xwe ferz dikin.

Li Efrînê revandin, talan û dizî didome
24 hezîran, 2018   11:37

BASIL REŞÎD – ROZANA DADO / EFRÎN

Çavkaniyek ji gundê Xelilaka yê girêdayî navçeya Bilbilê ji ajansa me re diyar kir ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê 8 sivîl ku yek ji wan jî jineke ciwan e, beriya du mehan revandin.

Navên kesên hatine revandin wiha ne: Ehmed Hisên (22), Ebdo Menan Abdulqadir Îbrahîm (23), Ezedîn Ehmed Mihemed (27), Mesûd Abdulqadir Îbrahîm (25), Dijwar Fadil Reşîd (21), Mihemed Fadil Reşîd (20), Hemze Şaban Îbrahîm (27) û Asiya Şaban Îbrahîm (18). Her wiha hate gotin ku tu agahî heta niha ji van kesan nehatiye hildan.

Ji aliyekî din ve çavkaniyekî ji navçeya Cindirêsê diyar kir ku welatiyê bi navê Cemîl Şîta ji gundê Qurbê yê girêdayî herêma Cindirêsê çend caran ji aliyê çeteyan ve hate revandin û her carê beranberî berdana wî pereyan dixwazin û ji ber wê jî welatî bi krîza dil ket.

Talankirin û diziya berhemên zeviyan

Ji aliyekî din ve çavkaniyekî destnîşan kir ku çete berhemên genim û ceh ên welatiyan didizin û talan dikin, her wiha gelek zeviyên welatiyan şewitandin. Çavkaniyan tekez kir ku çete dihêlin ku welatî berhemên genim û cehên xwe bi erzanî bifiroşin.

Her wiha hate diyarkirin ku çete berhemên genim û ceh ber bi herêmên di bin dagirkeriya xwe de (Îdlib û Etme) yên başûrê herêma Cindirêsê ya kantona Efrînê ve dişînin.

Ji ber vê yekê gelek cotkaran berhemên xwe nefirotin û hindek ji wan neçar man ku bi erzanî bifiroşin.

(bx/ew)

ANHA