Di navbera El-Sedir  û El-Ebadî de lihevkirin

SerokWezîrê Îraqê Heyder El-Ebadî û Rêvberê Tevgera El-Sedir Muqteda El-Sedir roja şemiyê raghandin ku wan derbarî avakirina tevgera herî mezin di hundirê parlemntoyê de lihevkirin.

Di navbera El-Sedir  û El-Ebadî de lihevkirin
24 hezîran, 2018   09:05

NAVENDA NÛÇEYAN

Serok Wezîrê Îraqê Heyder El-Ebadî û Rêveberê Tevgera El-Sedir Muqteda El-Sedir roja şemiyê li Necif itîfaqa bi armanca hikûmetê raghandin.

El-Ebadî yê ku tevgera wî di hilbijartinên 12`ê Gulanê de 42 kursî bidestxist çû serdana bajarê El-Necif a başûrê Bexdayî û li wir bi Muqeteda El-Sedir yê ku 54 kursî bidestxist re bi civiya.

Piştî civîna ku 3 saetan dewam kir, herdû aliyan civîna çapemeniyê lidar xistin û lihevkirina di navabera herdû aliyan de raghandin.

Herdû aliyan di daxuyaniyekê de hevkariya mezhebî ji bo avakirina hukûmeteke di demên pêşde û lihevkirina li ser hindek nuqte û pîvanan ji bo berjewendiyên gelê Îraqê diyar kirin û gotin ku hevkarî wê alîkariya hikûmetê ya ku xizmeta nerînên gel di hemû aliyan de dê bike.

Li gorî çavkaniyên nêzî hevkirina "Sayîrûn" a ku El-Sedir rêvberiya wê dike got ku serok wezîrtî pirsigirêka herî mezine ya ku El-Ebadî bi hêvî ye ku bigre. Ev yek jî tevgerên din red dikin.

Di daxuyaniya El-Sedir de behsa lihevkirina bi tevgera El-Fetih bi rêvberiya Hadî EL-Amerî ya ku 47 kursî di hilbijartinan de girt, nehat kirin.

Her wiha di daxuyaniyê de behsa lihevkirina kevin di navbvbera Tevgera El-Hikme bi rêvberiya Emar EL-Hekîm (19 kursî) û Tevgera El-Weteniye bi rêvberiya Îyad Elawî (21 kursî) nehat kirin.

(bx)