Fermandar: Nêzîk wê du eniyên Bagera Cizîrê bighêjin hev

Fermandarê QSD'ê Şiblî Dêrîk diyar kir ku di çalakiyên li dijî DAIŞ'ê de hevkariya di navbera hêzên wan û hêzên Iraqê de didome. Dêrîk her wiha da zanîn ku herdû hêz tevgera çeteyan li ser xaka Sûriyê û Iraqê dişopîn in û got: "Di nava çend rojan de eniyên bakur û başûr bighêjin hev."

Fermandar: Nêzîk wê du eniyên Bagera Cizîrê bighêjin hev
24 hezîran, 2018   08:55

EHMED SEMÎR / HESEKÊ

Yek ji fermandarên QSD'ê yê eniya Dişîşa Şbilî Dêrik derbarê pêşveçûnên hemleya Bagera Cizîrê agahî dan ajansa me (ANHA) û diyar kir ku di demek nêzîk de wê şervanên wan ên eniya başûr û bakur bighêjin hev û wiha dom kir: "Di çarçoveya hemleyê de me gelek gund û mezre ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin."

Şiblî Dêrik her wiha da zanîn ku wan bargeha sereke ya çeteyên DAIŞ'ê li başûrê Hesekê ji çeteyan rizgar kir û wiha dom kir: "Hemleya me ji bo rizgarkirina gund, mezre û noqteyên nêzî sînorê Sûriyê û Iraqê didome. Armanca me parastina ewlekariya tevahî xeta sînor e. Piştî me gundê TIl Sifûk rizgar kir, em gihiştin sînorê Iraqê. Ev piştî şerekî dijwar pêk hat. Şer li noqteyên ku çeteyan xwe lê bi cih kiriye, didome. Heta em dawî li çeteyan neyîn in, em ê pêşveçûna xwe ranewstîn in. "

'Dê guhertin çêbibe'

Şiblî Dêrik her wiha da zanîn ku di nava çend rojên pêş de dê guhertin pêk werin û wiha dom kir: "Hemleya me di nava çen rojên pêş de wê guhrtin çêbibe. Dê eniyên hemleya me yên li bakur û başûr bighêjin hev."

Yek ji fermandarên QSD'ê Şiblî Dêrik di dawiya axaftina xwe de jî got ku odeya kordîneya di navbera hêzên wan QSD û Artêşa Iraqê de ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê hatiye avakirin didome û ev tişt anî ziman: "Em wekî hêzên QSD'ê û Artêşa Iraqê hemleya li dijî DAIŞ'ê li Sûriyê û Iraqê ji nêz ve dişopîn in."

ANHA