ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20.06.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20.06.2018
20 hezîran, 2018   04:00

-Pêşveçûnên Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên rojhilatê çemê Firatê û gundewarên başûrê Hesekê ji çeteyê DAIŞ'ê dê werin şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Du birayên temenbiçûk Mejid û Fehed Osman ên ku ji çeteyên artêşa tirk a dagirker veqetiyan, çîroka xwe parve kir. Her du birayan bê ka çawa perwerde bûne û sedemên ku tev li êrîşên li ser Efrînê nebûne, vegot. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêxên eşîreyên Ereb ên herêma Reqayê nerazîbûn nîşanî dagirkirina Efrînê û gefên li ser Minbicê ji aliyê dewleta Tirk ve dan û gotin ku Erdogan teror bi xwe ye, çawa DAIŞ li Sûriyê binket Erdogan jî li Sûriyê wê bin bikeve. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêxên eşîreyên Ereb ên herêma Tebqayê nerazîbûn nîşanî dagirkirina Efrînê û gefên li ser Minbicê ji aliyê dewleta Tirk ve dan û gotin ku Erdogan teror bi xwe ye, çawa DAIŞ li Sûriyê binket Erdogan jî li Sûriyê wê bin bikeve. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Serokê Tirkiyê Receb Teyîp Erdogan nasnameyên Tirk dide koçberên Sûriyê da ku wan beşdarî hilbijartinan serokkomariyê bikin. Serokê MHP‘ê Dewlet Bahcelî daxuyakirin ku heger hevgirtina wan di hilbijartinan de bi ser neket dê hilbijartinan ji nû ve dûbare bikin. (BI WÊNE)

CIVAK Û JIYAN

- Çirava kanalzasyona kampa Eyn Îsa di nav bêdengiya rêxistinên navnetewî û kêm derfetên şaredariya navçeyê de, jiyana şêniyên kampê dixe metirsiyê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şaredariya Gel a Tebqayê piştî ku buroya Ewlehiya Sûkan li bajarê Tebqayê vekir, erkeke nû li karê xwe zêde kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Çalakvana karûbarên mafên mirovan Dona Cehlûk diyar kir ku dagirkeriya Tirkiyeyê li kantona Efrînê di asta mirovahî, civakî û niştimanî de ti carî nayê qebûlkirin. Dona destnîşan kir ku serdana wan a Bakurê Sûriyeyê di çarçoveya ragihandina êşa welatiyên Efrînê yên li kampên koçberiyê de li ba aliyên siyasî yên Lubnanî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

- Serokê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan hewl dide hilbijartinên serokatiyê di şertên rewşa awarte de li dar bixe da ku serkeftina xwe di van hilbijartinan de mîsoger bike. Nemaze piştî ku piraniya rikeberên xwe û rojnamevan xistin zindanan û ji kar avêtin. (BI WÊNE)

ANHA