Çîroka 2 birayên zarok a bi çeteyan re

Du birayên temenbiçûk Mejid û Fehed Osman ên ku ji çeteyên artêşa Tirk a dagirker veqetiyan, çîroka xwe parve kir. Her du birayan bê ka çawa perwerde bûne û sedemên ku tev li êrîşên li ser Efrînê nebûne, vegot.

Çîroka 2 birayên zarok a bi çeteyan re
20 hezîran, 2018   05:03

KAMÎRAN XOCE – ŞERÎF EL-ABO / MINBIC

Roj bi roj rûyê rast ê çeteyên artêşa tirk a dagirker di şerê li dijî gelê Sûriyê de derdikeve holê. Grupên çete di nava xwe de zarokên temenbiçûk perwerde dikin û ji bo ku armancên xwe pêk bînin wan di şer de bi kar tînin.

Çeteyan di êrîşên li ser Efrînê de gelek zarokên kêmî 18 saliyê bi rêya pere xapandin û bi dirûşman nîjadperestiyê komkujiyan pê dan kirin.

Mejid Osman (17) û birayê wî Fehed Osman (15), ji gundê El-Beqa yê başûrê rojavayê bajarê Kobanê yê herêma Firatê ne. Çîroka xwe ku çawa tev li komên çete bûn, karê ku pêk anîn, sedemên ku ji wan veqetiyan û xwe radestî Meclisa Leşkerî ya Minbicê kirin, vegotin.

Her du bira li navendeke Meclisa Leşkerî ya Minbicê ji ajansa me ANHA`yê re axivîn.

Birayê mezin Mejid dibêje ku ew 7 meh berê li bajarê Cereblusê tev li "Lîwa El-Şemal" a girêdayî çeteyên Diri El-Firat bû. Mejid destnîşan kir ku çeteyên wê koma çete girîngiyê nadin temen, her kesî di nava xwe de qebûl dikin û çekan didinê.

Mejid diyar kir ku gelek zarokên temenbiçûk di nava komên çete de hene û ev tişt anî ziman: "Zarokên ku tu kesî di nava çeteyan de nas dike yan mirovên wî di nava wan de hebin wan rê nakin şer. Lê yê ku tu kesî nas neke wan bi darê zorê rê dikin şer."

Ji aliyê xwe ve birayê biçûk Fehed got ku beriya êrîşên li ser Efrînê dest pê bikin çeteyan ji wî û birayî wî xwest ku tev li êrîşan bibin lê wan ev yek red kir. Ji ber vê yekê polîsên leşkerî yên girêdayî grupên çete li pey wan ketin.

Her du birayan diyar kir ku wan xwe di maleke sivîlan de li herêmên di bin dagirkeriya çeteyan veşart. Piştî dan û standinê xwe gihandin herêmên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û xwe radestî wan kir. Her du birayan tekez kir ku şervanên meclisê ew bi kêfxweşî pêşwazî kirin.

Mejid û Fehed di dawiyê de bang li hemû heval û mirovên xwe kir ku ji nava çeteyan vegerin û ev tiş bi lêv kir: "Pêwîst e her kes ji çeteyan veqete. Ji ber ku ew xêrê ji welatê me re naxwazin. Pêwîst e em bi yekitiya xwe welatê xwe ji nû ve ava bikin."

(bx/ew)

ANHA