Banga lidarxistna kongreya niştimanî ya Sûriyayê

Eniya Demokratîk a Sûriyê û Parityên Kombûna Demokratîk a Çepgirên Kurdên Sûriyê diyar kirin ku pêwîste yekîtiya xaka Sûriyê were parastn, her wiha xîtaba opozisyona Sûriyê bibe yek, her wiha kongreyek niştimanî ya sûriyê-Sûriyê ji bo çareserkirina aloziyê were lidarxistin.

Banga lidarxistna kongreya niştimanî ya Sûriyayê
Banga lidarxistna kongreya niştimanî ya Sûriyayê
Banga lidarxistna kongreya niştimanî ya Sûriyayê
4 hezîran, 2018   12:22

QAMIŞLO

Şandeyek ji Eniya Demokratîk a Sûriyê îro bi partiyên kurdî yên bi di bin banê Kombûna Demokratîk a Çepgirên Kurd ên Sûriyê hatine gel hev re, civiyan. Hevdîtin li navena Partiya Veguhertina Demokratîk a Kurdistanê ya Sûriyê ya bajarê Qamişlo pêk hat.

Şandeya Eniya Demokratîk ji Sekreterê Giştî yê Eniya Demokratîk a Sûriyê Mehmûd Merî, Berdevkê Eniya Demokratîk a Sûriyê Meyîs Kirêdî, Endamê Eniya Demokratîk a Sûriyê Ebdulkezîz Dawid, Serokê Partiya Sûriya Xed, Endamê Eniyê Fewzî Teqîdîn û Endamê Eniyê Hanî El-Xûrî pêk dihat.

Şandeya Eniya Demokratîk ji aliyê Sekrterê Partiya Kesk a Kurdistanê Luqman Ehmê, Berpirsê Têkiliyên Dîplomasî ya Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê Kamîran Hisên, Sekreterê Partiya Kedkaran a Kurdistanê Mihemed Şêx û Berpirsa Rêxistinî yê Tevgera Nûkirinê ya Kurdistanê Riweyda Şêxî ve hate pêşwazîkirin.

Herdû aliyan nerînên xwe yên derbarê aloziya Sûriyê parve kirin û destnîşan kirin ku divê hêzên siyasî yên Sûriyê yekîtiya xaka Sûriyê biparêz in.

Di dema hevdîtinê de Sekreterê Eniya Demokraîtk a Sûriyê Mihemed Merî diyar kir ku hevdîtina wan bi armanca yekîtiya opozisyona hindir pêk hatiye û destnîşan kir ku divê kongreya niştimanî ya Sûriyê-Sûriyê were lidarxistin. Di riya wê kongreyê de aloziya Sûriyê were dûrî destwerdanên derve were çareserkirin.

Endamên Şandeyê her wiha êrîşa dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin. Endamên şandeyê her wiha ezmûna Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk a Rojava-Bakurê Sûriyê ecibandin û destnîşan kirin ku ev sîstem xizmeta berjewendiya gelê kurd û hemû gelê Sûriyê dike.

Endamên partiyên çap ên kurd jî her wiha destnîşan kirin ku ew wekî partiyên kurd ji bo parstina yekîtiya xaka Sûriyê kar û tekoşînê didin meşandin û gotin ku divê hemû partiyên siyasî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê û di serî de doza kurd tevbigirin.

Şande di nava du rojên dawî de bi berpirsên TEV-DME û Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê, TEV-DEM û bajarên din ên siyasî li Qamişlo hevdîtin pêk anîn.

Tê payîn ku şande serdana xwe ya li Qamişlo dewam bike û bi nûnerên Partiya Yekîtiya Suryanî re hevdîtin pêk bîne.

(dc)

ANHA