Artêşa Lîbya herêma rojhilatê Derna ji Qadîa stend

Artêşa Lîbiya herêmên beravê ya rojhilatê bajarê Derna ji çekdarên Qaîda standin.

Artêşa Lîbya herêma rojhilatê Derna ji Qadîa stend
4 hezîran, 2018   11:51

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Artêşa Lîbya Mîraîl Ehmed El-Mismarî got ku Artêşa Lîbiya ket mezintirîn taxên bajarê Derna ya Lîbiya û da zanîn ku Artêşa Lîbiya çekdarên rêxistina Qaîda û bermahiyên DAIŞ li Derna xistine çemberê.

Di çend saetên dawî de Artêşa Lîbiya karîbû herêmên beravê ya rojhilatê Derna ji çekdarên Qaîda û bermahiyên DAIŞ'ê derxistin.

(dc)