Li eniyên El-Hedîda pevçûnên Hûsiyan û artêşa Yemenê didomin

Çavkaniyên leşkerî ragihandin ku şer di navbera artêşa Yemenê ku alîkariya xwe ji Koalîsyona Erebî werdigire û koma Ensarullah El-Hûsî de li eniya berava rojava ya bajarê El-Hedîde berdewam dikin.

Li eniyên El-Hedîda pevçûnên Hûsiyan û artêşa Yemenê didomin
4 hezîran, 2018   11:14

NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa nûçeyan a Îmarat ragihand ku di encama hewldana êrîşeke koma Ensarullah El-Hûsî li rojhilatê devera El-Hac de bi dehan endamên komê hatine kuştin û gelek endamên din jî birîndar bûne.

Balefir û topavêjên Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Siûdiyê gelek baregeh û alavên leşkerî yên Hûsiyan li derdora karîgeriyên Hîs û Bacil armanc girtin û gelek tabûrên wan li derdora bajarê El-Hedîde armanc girtin.

Di çarçoveyeke din de Hûsiyan sekvanên xwe li ser avahiyên bajarê El-Hedîda belavkirine û tûnel kolandine û bend ava kirine da ku amadekariya xwe ji şerê El-Hedîde re bikin.