NY banga avakirina hikûmetek ne tayîfî li Îraqê kir

NY bang li siyasetmedarên Îraqê kir ku hikûmetek ne tayîfî ava bikin û ji parçebûnên tayîfî piştî hilbijartinan bi dawî bikin.

NY banga avakirina hikûmetek ne tayîfî li Îraqê kir
31 gulan, 2018   12:35

NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerên Taybet ê Sekreterê Giştî yê NY li Îraqê bang li siyasetmedarên Îraqê kir ku hikûmeta hikûmetek ne tayîfî ava bikin û ji parçebûnên heyî xilas bibin.

Nûnerên NY Jan Kubic di civîna Konseya Ewlekariyê ku derbarê Îraqê de hate liarxistin got ku qonaxa piştî hilbijartinan li Îraqê demeke hesas tê jiyankirin û wiha dom kir: "Pêwîste hikûmeta nû nerîna xwe diyar bike û dûrî parçebûnên tayîfî xebatên xwe bide meşandin."