Mala Jin a Eyn Îsa xebatên birêxistinkirina jinan didomîne

Piştî ku avakirina komînên jinan ên navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî bi dawî bûn, Mala Jin bi hevkariya Kongra Star re li gund û bajarokên girêdayî navçeya Eyn Îsa digere û rola jinan aktîf dike û gelek jinan derbasî perwerdeyên pêşxistina hişmendiyê dike.

Mala Jin a Eyn Îsa xebatên birêxistinkirina jinan didomîne
Mala Jin a Eyn Îsa xebatên birêxistinkirina jinan didomîne
Mala Jin a Eyn Îsa xebatên birêxistinkirina jinan didomîne
Mala Jin a Eyn Îsa xebatên birêxistinkirina jinan didomîne
Mala Jin a Eyn Îsa xebatên birêxistinkirina jinan didomîne
Mala Jin a Eyn Îsa xebatên birêxistinkirina jinan didomîne
Mala Jin a Eyn Îsa xebatên birêxistinkirina jinan didomîne
Mala Jin a Eyn Îsa xebatên birêxistinkirina jinan didomîne
31 gulan, 2018   11:43

SEMÎRA DAWÛD / GIRÊ SPÎ

Rola Mala Jin a navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî di birêxistinkirina jinan û pêşxistina hişmendiya wan de sereke ye. Mala Jin bi hevkariya Kongra Star re perwerdeyên fikrî û bîrdozî organîze dike da ku hişmendiya jinan pêş bixîne û ji zihniyeta baviksalariyê rizgar bike. Mala Jin her wiha bi hemû hêz û derfetên xwe baweriyê li ba jinan çê dike û gelek projeyên taybet ji wan re peyda dike.

Mala Jin a navçeya Eyn Îsa avakirina komînên jinan di hundirê navçeyê de bi dawî kirin. Di navçeyê de 5 komîn hatin ava kirin.

Mala Jin niha bi hevkariya Kongra Star li gund û bajarokên girêdayî navçeyê digerin û bi jinan re dicivin da ku rola jinan aktîf bikin û wan beşdarî perwerdeyên pêşxistina hişmendiyê bikin.

Mala Jin yekemîn civîna xwe li gundê El-Hêşa ya başûrrojhilatê navçeya Eyn Îsa lidar xist û dê li gundên din jî civînên xwe li dar bixe û têde rêgezên kongra Star şîrove bike.

Di civînê de endamên Mala Jin bi beşdarên jin re gotûbêjên xwe kirin û behsa pêwîstî û pêdiviyên jinan kirin. Endamên Mala Jin soz dane jinên gund ku dê alîkariya wan di projeyên dirûtinê de bikin û niha dê dewreyên xwendin û nivîsandinê û kompyuter ji jinan re vebikin.

Girêdayî mijarê Endama Rêveberiya Mala Jin a gundê El-Hêşa Kefa El-Ebo got ku armanca wan ji van serdanan ew e ku jinan beşdarî perwerdeyên pêşxistina hişmendî bikin da ku xwe ji zihniyeta baviksalariyê rizgar bikin. Kefa El-Ebo da zanîn ku dê li gorî derfetên xwe dewreyên perwerdeyê vebikin.

Endama Kongra Star a gundê El-Hêşa Menal El-Ehmed got ku hejmara jinên beşdarî semîner û perwerdeyan dibin rojane zêdetir dibin.

(jh)

ANHA