Gerîla TV dîmenê çalakiyeke nû weşand

Gerîlayên HPG'ê roja 13'ê Gulanê li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê li leşkerên Tirk xistibûn. Gerîla TV jî dîmenê vê çalakiyê weşand.

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke nû weşand
31 gulan, 2018   11:01

NAVENDA NÛÇEYAN

Dîmenê çalakiya gerîlayên HPG'ê ku 13'ê Gulanê li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê, li Girê Xwedê li dijî leşkerên Tirk hatibû kirin, li Gerîla TV hate weşandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê beriya niha ragihandibû ku di çalakiyê de 9 leşkerên Tirk hatine kuştin.