Av du rojan li ser Reqayê qut dibe

Şaredariya Gel a bajarê Reqayê daxuya kirin ku du rojan wê av li ser bajar qut bibe û bang li şêniyan kir ku tedbîran bigirin.

Av du rojan li ser Reqayê qut dibe
27 gulan, 2018   16:30

REQA

Şaredariya Gel a bajarê Reqayê ji bo şêniyên bajarê Reqayê daxuyaniyek hişyariyê da û diyar kir ku ji ber pirsgirêkên kanalîzasyonê derketin wê av du rojan li ser tevahî taxên bajarê qut bibe.

Şaredariyê her wiha bang li welatiyan kir ku tedbîran bigirin ta xetên avê werin sererastkirin.

Şaredariya Gela Reqayê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku dê ji sibe duşemê ve xetbatên sereserkirina xetên kanalîzasyonê ji ber Mûzê dest pê bike.

(şx)

ANHA