Du hezar û 950 parên alîkariyê li koçberên Eyn Îsa hate belavkirin

Rêveberiya Kampa Eyn Îsa bi boneya meha Remezanê 2 hezar û 950 parên alîkariyan li koçberên di kampê de dimîn in belav kir.

Du hezar û 950 parên alîkariyê li koçberên Eyn Îsa hate belavkirin
Du hezar û 950 parên alîkariyê li koçberên Eyn Îsa hate belavkirin
Du hezar û 950 parên alîkariyê li koçberên Eyn Îsa hate belavkirin
27 gulan, 2018   10:41

GIRÊ SPÎ

Rêveberiya Kampa Eyn Îsa bi hevkariya Komseriya BIlind a Neteweyên Yekbûyî ya koçberan 2 hezar û 950 parên alîkariyên li malbatan belav kir. DI paran de madeyên xwarinê û madeyên paqijiyê pêk dihat.

Di her parekê de madeyên xwarinê wekî şekir, zêt, bazêla û xwê hebûn. Her wiha madeyên paqijiyê jî hebûn.

Endamê Rêveber ê Komîteya Kampa Eyn Îsa bang li hemû rêxistinên navdewletî kir ku alîkariya koçberên di kampê de jiyan dikin, bikin.

Di kampa Eyn ÎSa de derdora 13 hezar koçberên ji herêmên Sûriyê jiyan dikin. Ev koçber ji 2 hezar û 950 malbatan pêk tê.

(dc)

ANHA