Çar leşkerên Rûsî li Dêrazorê hatin kuştin

Wezareta Parastinê ya Rûsiya ragîhand ku komeke çekdar a ne diyar li Dêrazorê êrîşa leşkerên wan kirin. Di encamê de 4 leşkerên Rûsî hatin kuştin.

Çar leşkerên Rûsî li Dêrazorê hatin kuştin
27 gulan, 2018   10:15

DÊRAZOR

Wezareta Karê Derve ya Rûsiya derbarê mijarê daxuyaniyek da û got ku komeke çekdar a ne diyar komeke çekdar ên ne diyar êrîşî koma topan a girêdayî Artêşa Sûriyê ya li Dêrazorê kirin. Di encama êrîşî de hemen 2 leşkerên Rûsî yên ji bo şêwirdayînê li wir bûn hatin kuştin. Her wiha 5 leşker birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneya Leşkerî ya Rûsî.

Wezareta Parastinê ya Rûsiya her wiha da zanîn ku bijîşkan hewldan kirin ku jiyana leşkerên birîndar biparêzin, lê 2 ji leşkerên birîndar jî mirin.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Rûsiya de jî hate gotin ku şêwirmend û leşkerên Rûsî yên li herêmê di şerê ku derdora saetekê dewam kir de 43 çekdaran bikujin, her wiha 6 erebeyên wan ên leşkerî ruxandin.

(dc)