Koalisyona Erebî herêmên beşek ji berava El-Xerbî bidest xist

Hêzên Koalisyona Erebî bi sêrkêşiya Erebistana Siûdî herêmên nû ji berava El-Xerbî û nêzî sînorê El-Hedîda bi dest xistin. Li ser sînorê Yemenê  6 leşkerên Siûdî hatin kuştin.

Koalisyona Erebî herêmên beşek ji berava El-Xerbî bidest xist
27 gulan, 2018   08:49

NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzgehê El-Hedîda El-Hesen Tahir derbarê mijarê got ku Hêzên Berxwedaniya Tehamî, Başûr û Niştîmanî yên Yemenê ber bi bajarê El-Hedîda ve pêş ve diçin.

Televizyona Saky News destnîşan kir ku 3 mudîriyetên nû wê ji gurûpên Ensar El-Ah El-Hosî ve werin rizgar kirin

Ji aliyekî din ve jî Hêzên Yemenê yên ku destke ji Koalîsiyona Erebî li ser riya Zebîd û Mudîriyeta El-Faza pêşketinên xwe ber bi bajarê El-Hedîda ve didomînin.

Girêdayî mijarê Koalisiyona El-Erebî diyar kir ku artêşa Niştîmanî ya Yemenê ya ku alîkariyê ji Hêzên Koalisiyonê li eniya Razih a Sedayê gelek fermandarên Hosiyan kuştin.

Koalisiyonê diyar kir ku Ebû Hisên Xiswan, Welîd Salih El-Xemrî, Elî Qasim Qezan û Hemîd Mihemed Rawiya hatine kuştin.

(bx)