Erdogan hewil dide lîreya Tirkiyê biparêze

Piştî siyaset û kiriyarên Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyb Erdogan ên qirêj lîreya Tirkiyê hate xwarê, niha jî hewil dide lîreya Tirkiyê biparêze. Ji bo vê yekê ji welatiyan xwest ku pereyên xwe yên biyanî bi lîreyên Tirkiyê bidin guhertin.

Erdogan hewil dide lîreya Tirkiyê biparêze
27 gulan, 2018   07:38

NAVENA NÛÇEYAN

Lîreya Tirkiyê li beranberî dolar bê îstiqrar e. Ji destpêka salê ve ji sedî 20 buhaya xwe winda kir. Ev yek ji ber siyasetên Erdogan ên faşîst û siyasetên wî yên qirêj ku dixwaze hemû aboriya welat bixwe bin dagirkeriya xwe.

Ji ber vê yekê Erdogan hewil dide ku lîreya Tirkiyê biparêze. Ji bo vê yekê welatiyan dixaze pereyên biyanî bikin lêreyên Tirkiyê.

Hewildanên wî yên herî dawî ku duh li bajarê Erzerûmê bang li welatiyan kir û wiha got: "Birayên min. Kesê ku pereyên biyanî mîna dolar û Ewro li gel wan hebe berê xwe bidin peryên xwe. Emê vê komployê bi hevr e têk bibin."

Erdogan û Serokê MHP`ê Dewlet Bahçelî beriya niha diyar kiribûn ku wê hilbijartinên pêşwext di 24`ê Hizêranê de lidar bixin. Ji ber ku ji tevliheviya rewşa aborî ditrsin.

Li gorî çavdêran Erdogan ji ber rewşa aboriya welatê xwe di nava metirsiyan de ye.

(bx/dc)