Goristana Şehîdan a Tebqayê tê temîrkirin

Saziya Avakirinê ya girêdayî Aboriya Giştî ya Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) kar û xebatên temîrkirina goristana şehîdan a Tebqayê didomîne.

Goristana Şehîdan a Tebqayê tê temîrkirin
Goristana Şehîdan a Tebqayê tê temîrkirin
Goristana Şehîdan a Tebqayê tê temîrkirin
27 gulan, 2018   07:15

AYIŞE MIDEWER / TEBQA

Ekîbên fenî xebatê lêkirina dîwarê goristana şehîdan bi dirêjiya 350 metir û firebûna 300 metreyan didomîne. Dîwar dê bi bilindbûna 2 metreyan were çêkirin.

Alavên lêkirinê kar û xebatên sererastkirina zemîna goristanê û rakirina bermahiyên şer ji derdora goristanê didomînin.

Piştî ku lêkirina dîwarê goristanê bidawî bibe wê parkek jî li wê derê were çêkirin. Di hemand meê de wê di nava goristanê de dikek were avakirin.

 (bx)

ANHA