Balafirên Îsraîlê bargehên Hemasê bombebaran kirin

Balafirên şer ên Îsraîlê bargehên Tevgera Hemas ên başûrê herêma Xezayê bombebaran kirin.

Balafirên Îsraîlê bargehên Hemasê bombebaran kirin
27 gulan, 2018   06:46

NAVNEDA NÛÇEYAN

Nûçegîhanê Ajansa me ji herêma Xeza ya Filistînê diyar kir ku balafirên şer ên Îsraîlê bargehên leşkerî yên Hemasê li parêzgehên Efeh û Xan Yûnis ên başûrê Xezayê duh di saetên êvarê de bombebaran kirin.  Tu ziyanên canî çênebûn.

Nûçegîhanê me destnîşan kir ku bombebaran piştî ku endamên Hemasê, bargeheke leşkerî ya Îsraîlê ya li ser sînorê Xezayê topbaran kirin pêk hatiye.

(dc)

ANHA