Li Siwêd û Awûstûryayê dagirkeriya Tirkiye hate prostestokirin

li paytexta Siwêd Stockholmê û bajarê Goteborgê, her wiha bajarê Lînz ê Awûstûryayê bi boneya 26’ê Gulanê roja têkoşîna Efrînê û xwedîderketina li gel, çalakiyek hate lidarxistin.

Li Siwêd û Awûstûryayê dagirkeriya Tirkiye hate prostestokirin
26 gulan, 2018   17:01

NAVENDA NÛÇEYAN

Êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a li Kurdistanê li paytexta Siwêd Stockholmê û bajarê Goteborgê bi çalakiyan hatin protestokirin.

Di çalakiyên li Qada Jarn a Goteborg û Sergelgatan a Stockholmê hatin lidarxistin de, di axaftinên li ser navê NCKD hatin kirin de êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrîn, Başûrê Kurdistan Rojavayê Kurdistanê hatin şermezarkirin û bang li raya giştî ya cîhanê hate kirin ku li dijî polîtîkayên dargirker ên dewleta Tirk rabin û Tirkyeyê boykot bikin.

Li Stockholmê ku di çalakiya li Sergelgatan de ji bo şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a li ser sivîlan bi rengên cuda pêlav hatin rêzkirin.

Di axaftinên li ser navê NCKD û Yekîtiya Jinan a Sara hatin kirin de, dewleta Tirk hiqûqa navneteweyî binpê kir û Efrîn dagir kiriye. Hate diyarkirin ku bi van êrîşan re 150 hezar neçarî koçkirinê bûne û bêdeniya welatên Rojava hate şermezarkirin.

Çalakî bi dirûşmên dewleta Tirk şermezar dike û piştgiriyê dide berxwedana Rojava bi dawî bû.

Li bajarê Lînz ê Awûstûryayê Kurdistanî û dostên çalakiyek lidar xistin.

Çalakiya ku li Schîllerparkê ya Lînzê di saet 1500’an de hate lidarxistin, belavoka ku êrîşên qirker û dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li dijî Kurdan tîne ziman hate xwendin.

Di çalakiyê de bal kişand ser hilbijartinên li Tirkiyeyê û çalakî bi dirûşim û sirûdan bi dawî bû.