Ji Reqaya azad banga "Li dijî dagirkeriyê xurtkirina yekîtiyê"

Meclîsên Herêmî yên gundewarên bakurê bajarê Reqayê bi daxuyaniyeke hevpar banga "Li dijî dagirkeriyê xurkirina yekîtiyê" li gelê Sûriyê kirin.

Ji Reqaya azad banga "Li dijî dagirkeriyê xurtkirina yekîtiyê"
26 gulan, 2018   17:33

REQA

Di çarçoveya rêzeçalakiyên Roja Cîhanî ya li djiî dagirkeriya Tirkiyê ya li Kurdistanê û Efrînê de, Meclîsên herêmî yên (Kaltiya, Esediyê, Mişrefat û Xinêzat) yên gundewarên bakurê Reqayê daxuyaniyeke hevpar dan.

Daxuyanî bi amadebûna bi dehan endamên meclîsên navborî li pêşiya Meclîsa Gel a gundê Xinêzat ji aliyê Hevserokê Meclîsa Gel a Xinêzat Munîr El-Xelef ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Wekî meclîs em çavbirçîbûnên dewleta Tirk ên bi armanca zindîkirina serdema Osmaniyan û dagirkirina xaka sûriyê, her wiha derxistina fitnê di navbera Ereb û Kurd, Suna û Şîna de û bi armanca guhertina demografiya Sûriyê û ruxandina welatê me şermezar dikin.

Her wiha em bang li rêxistinên navdewletî yên mafên mirovan û Konseya Ewlekariyê dikin ku berpirsyartiya xwe pêk bîne û sînoreke ji zêdegaviyên dewleta Tirk re deyene û çeteyên wê ji Sûriyê derxînin.

Wekî gelê Sûriyê ji me tê xwestin em li hemberî binpêkirinan welatê xwe Sûriyaya yekbûyî ya Kurd û Ereb, Suna û Şîa bernedin ji bo xurkirina jiyana hevbeş a di navbera henû gelên Sûriyê û belavkirina demokrasiyê û redkirina siyasetên guhertina demografî hevgirtina xwe xurttir bikin."

(bb)

ANHA