Zêdeyî 100 topan li rojavayê Helebê ketin

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker di destpêka meha gulanê de herêma Raşidîn a Helebê dagir kir, rojane bi dehan top li taxên rojavayê helebê dikevin. Di sê rojên dawî de zêdeyî 100 topan li taxan ketin. Di encamê de gelek ziyana madî pêk hat.

Zêdeyî 100 topan li rojavayê Helebê ketin
26 gulan, 2018   12:36

NAVNEDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk di bin navê "noqteyên çavdêriyê" ku di encama itîfaqa Tirkiyê, Rûsiya û Îranê de pêk hat, herêma Raşidîn a Helebê dagirker kir.

Herêma Raşidîn cihekî niştecihbûnê ya rojavayê Helebê ye û di bin dagirkeriya çeteyên Feyleq El-Şam, Nûrdîn El-Fengî û Cebhet El-Nusra de ye. Hemû komên navborî piştgiriya xwe ji dewleta Tirk werdgirin.

Piştî dewleta Tirk herêma behsa mijarê dagir kir ji wê herêmê taxên rojavayê Helebê rojane tê topbarankirin. Rojane bi dehan top li taxan dikevin. Mersed Sûrî da zanîn ku sê rojên dawî de zêdeyî 100 topan li taxan ketine. Piraniya wan li taxên Nebîl, Xalidiyê, Zehrai û derdora wan ketine. Di encamê de ziyana madî pêk hatiye.

(dc)