Meclîsa Sivîl a Tebqayê: Divê dewleta Tirk ji Efrîn vekşe

Meclîsa Tebqa ya Sivîl daxwaz kir ku dewleta Tirk a dagirker ji Efrîn û tevahî Bakurê Sûriyê vekişe.

Meclîsa Sivîl a Tebqayê: Divê dewleta Tirk ji Efrîn vekşe
Meclîsa Sivîl a Tebqayê: Divê dewleta Tirk ji Efrîn vekşe
26 gulan, 2018   12:56

TEBQA

Dewleta TIrk a dagirker û çeteyên wê kiryarên talankarî û wêrankariyê li Efrînê didomîn in. Welatiyên herêmê didin koçberkirin.

Meclîsa Sivîl a Tebqayê derbarê mijarê de daxuyanî da û ji civaka navdewletî daxwaz kir ku erka xwe pêk bîn in û zetê li dewleta Tirk a dagirker bike ku ji Efrînê derkeve.

Meclîsa Sivîl a Tebqayê derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand û ji civaka navdewletî daxwaz kir ku zextê li dewlet Tirk bikin da ku ji Efrînê derkeve û binpêkirinên xwe yên li dijî gelê Efrînê nedomîn in.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Hevserokê Meclîsa Sivîl a Tebqayê Elûş El-Ayîd ve hate xwendin. Di daxuyaniyên de hate gotin ku divê dewleta Tirk dawî li koçberkirina şêniyên Efrînê bîneû destnîşan kir ku guhertina demografî ya li Efrînê berdewama siyasetên dewleta Osmanî ye.

Di axuyaniyê de ji civaka navdewletî hate xwestin ku zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin ku dawî li kiriyarên xwe yên li dijî gelê Efrînê bîn in.

(dc)

ANHA