Welatiyên Minbicê giliya bilindbûna kirêya xaniya dikin

Malbatên ku xanî li bajarê Minbicê kirê kirine giliya bilindbûna kirê dikin û bang li aliyên têkldar kirin ku vê pirsgirêkê guncaw çareser bikin.

Welatiyên Minbicê giliya bilindbûna kirêya xaniya dikin
25 gulan, 2018   04:30

ISRA REMEZAN / MINBIC

Bazara xanûberan a bajarê Minbicê û bi taybet kirêya xaniyan di van demên dawî de bi awayekî ber bi çav bilind bû. Çavdêr diyar dikin ku ev bilindbûna kirêya xaniyan ji ber hatina hejareke zêde ya koçberan ji seranserî Sûriyeyê, piştî ku mal û xaniyên wan ji ber şerê desthilatdariyê hilweşiyan.

Li rex pêdiviya van koçberan bi xaniyan li vir pirsgirêka bilindbûna kirê derdikeve. Welatiyan bang li aliyên têkldar kir ku vê pirsgirêkê çareser bikin.

Ebdilnasir Mûsa xwest ku xaniyekî ji malbata xwe re kirê bike, ji ajansa me ANHA'yê re axivî û got ku wî serdana gelek buroyên xanûberiyê yên bajarê Minbicê kirine, lê xwediyên buroyan jêre gotin kirêya xaniyan mehane herî kêm 45 hezar lîreyên Sûriyeyê ye.

Mûsa di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir û wî bi xwediyên xanûberan re kiriye da ku hinekî kirê erzan bikin da ku karibe xaniyekî ji malbata xwe re kirê bike.

Kirê li bajarê Minbicê mehane di navbera 50 û 80 hezar lîreyên Sûriyeyê ye û ev buha jî li gorî bajarên herêmê gelekî bilind e. Ebdilnasir bang li Yekîtiya Xanûberan û aliyên têkldar kir û vê pirsgirêkê di demeke lezgîn de çareser bikin.

Îbrahîm El-Maşî xwediyê buroyeke xanûberan li Minbicê ye û di derbarê heman pirsgirêkê de wiha got: "Ev pirsgirêk gelekî mezin bûye û vê yekê hişt ku welatî tengezar bibin." El-Maşî sedema bilindbûna kirê bi çavbirçîbûna xwediyên xaniyan ve girê da. Her wiha Yekîtiya Xanûberan a Minbicê ku berpirsyarê vê mijarê ye nikaribû vê pirsgirêkê çareser bike.

El-Maşî bang li aliyên têkldar kir ku kirêya xaniyan diyar bikin û çavdêriyekê deynin ser beşê xanûbertiyê.

(jh)

ANHA